Şêniyên Efrînê: Rêya me ya yekane berxwedan û rizgarkirina Efrînê ye

Bi boneya salvegera 3’yemîn a êrişên li dijî Efrînê û berxwedana şêniyan li dijî dagirkerî û çeteyên wê, Malbenda Heleb a Çandê îro çalakiyek ji şêniyên Efrînê re li dar xist, tê de hat piştrastkirin ku bi berxwedan û têkoşînê dê Efrînê ji qirêjiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.

Çalakî li Navenda Malbenda Helebê ya Çandê ya beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûdê hat lidarxistin, mûm hatin pêxistin û gelek helbest hatin xwendin. Di helbestan de hate piştrastkirin, gel bi bijardeya berxwedan û têkoşînê heta rizgarkirina Efrînê û vegera şêniyan li xaka wê ve, girêdayî ye. Her wiha şêniyan destnîşan kir ku hîna jî sûcên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê yên li dijî gelê Efrînê berdewam in.

Têkildarî mijarê, hevseroka Malbenda Helebê ya Çandê Leyla Xalid wiha got: "Dewleta Tirk a dagirker di roja êrişkirina li dijî Efrînê de, tevahî teknîka xwe ya pêşketî û balafirên xwe bi kar anîn, ev roj jî nayê jibîrkirin."

Leyla Xalid da zanîn ku Efrînê beriya dagirkeriyê bi hezaran malbatên koçber ên ji tevahî herêmên şer ên li Sûriyê hewandin, lê dewleta Tirk a dagirker şêniyên wê bi darê zorê da koçberkirin.

Leyla Xalid wiha gotina xwe bi dawî kir: "Tevî derbasbûna 3 salan di ser êrişên li ser Efrînê û koçberkirina şêniyên wê yên resen re, êdî şêniyên Efrînê yên li kampên Şehbayê hê jî li ber xwe didin û ji tevahî cîhanê re wateya berxwedanê sepand. Dê şênî bi berxwedan û têkoşînê li warên xwe vegerin û rizgareke mezin bigihînin dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din