Bi boneya cejna Remezanê, serê sibehê bi sedan şêniyên Efrîn û Şehba û malbatên şehîdan berê xwe da gorên zarokên xwe yên li goristanên şehîdan ên Şehîd Sedyo, Şehîd Refîq û Şehîd Avesta.
Şêniyan pixûr li ser gorên şehîdan pê xistin û kulîlk danîn ser goran. Li rexê jî Qurana pîroz hate xwendin û şîremeniyên cejnê jî li şêniyan hatin belavkirin.
Li goristana bajarokê Ehresê şêniyan deqeyekê rêz girt. Dûre Meclisa Malbatên Şehîdan ên kantonên Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek bi erebî û kurdî da ku ji hêla endamên meclisê Bekir Elîko û Şervîn Reşîd ve hate xwendin.
Di daxuyaniyê de cejna tevahî gel, malbatên şehîdan û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate pîrozkirin.
Li aliyekî din jî bi hezaran şehîdên Efrînê yên li goristanên şehîdan ên Şehîd Seydo, Şehîd Refîq û Şehîd Avêsta bi bîr xistin. Binpêkirinên dagirkeriya Tirk ên derexlaqî bi mafê gorên şehîdan ji wêrankirin û xerabkirinê bêyî tevgera tu aliyekî yan jî rêxistinên mirovî û hiqûqî, şermezar kirin.
Her wiha îşaret pê hat kirin ku Berxwedana Serdemê û têkoşîna şêniyên berxwedêr ên li Şehbayê ya rizgarkirina Efrînê, cejna herî mezin e.
Di dawiya daxuyaniyê de bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi tevahî pêkhateyan hate kirin ku çawa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin, ji bo rizgarkirina Efrînê jî bikevin nav tevgerê.
Piştre hevseroka herêma Efrînê Şîraz Hemo axivî û cejna şênî û malbatên şehîdan pîroz kir û tevahî şehîdên azadiyê bi bîr anîn.
Şîraz wiha got: "Dagirkeriya Tirk li pêşberî hêza şehîdan lawaztir e. Ji lew re berê xwe da wêrankirin û xerabkirina goristanên şehîdan ên ku di dilê gelan de baweriya azadiyê pêk tînin. Şêniyên Efrînê yên berxwedêr li Şehbayê bi sekn û vîna xwe ji tevahî cîhanê re hêza xwe sepand. Ji lew re rizgarkirina Efrînê rev jê tune ye."
Serdan bi silavkirina şehîdan, Berxwedana Serdemê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bû.
Li aliyekî din jî berbenga roja yekemîn şêniyên Şehba, koçberên Efrînê li gelek mizgeftên gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê kom bûn û nimêj kir.
Piştî nimêj bi dawî bû, gel cejna hev pîroz kir û hêvî kir aştî û aramî li tevahî Sûriyê pêk bê.
(fr)
ANHA