Şêniyên Efrîn û Şehbayê li ser banga Ocalan dawî li çalakiya xwe anîn

Li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bidawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê yên bêdorveger, şêniyan Efrînê û Şehbayê dawî li çalakiya xwedîderketina li grevên birçîbûnê anîn.

Çalakiya xwedîderketina li grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ya li navçeya Ehdasê ya kantona Şehbayê di roja 11‘an de li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya der barê bidawîkirina grevên birçîbûnê de, bi dawî bû.

Çalakiya konê piştgiriyê ji aliyê Kongreya Star ve bi dirûşmeya " Bi berxwedana zîndanan em ê biserkevin û azadiya rêber Apo misoger bikin" hatibû lidarxistin. Çalakî di roja 11‘an de piştî daxuyaniya parêzerên Ocalan ku banga wî ya bidawîkirina grevên birçîbûnê û rojiya mirinê ragihandinbû, bi dawî.

Îro ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê serdana konê çalakiyê kirin. Çalakgeran daxuyaniya Ocalan ku parêzerên wî gihandibûn ku banga bidawîkirina çalakiyên grevên birçîbûnê dike, her wiha daxuyaniyên çalakgerên di grevên birçîbûnê de şopandin.

Piştî şopandina daxuyaniyan, endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvîn Silêman axivî got ku wan moral û hêz ji gotinên Ocalan girtin.

Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Sureye Hebeş behsa berxwedana dîrokî ya çalakgeran kir û destnîşan kir ku berxwedan misogeriya jiyana azad e.

Çalakî bi berzkirina dirûşmeyên silavkirina Ocalan bi dawî bû.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din