Şêniyên Efrîn û Şehbayê salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya “Bi ruhê 19’ê Tîrmehê em ê faşîzmê têk bibin, Efrînê rizgar bikin û xweseriya demokratîk mîsoger bikin” 7’emîn salvegera Şoreşa Rojava bi meş û şahiyekê pîroz kirin.

Bi sedan şêniyên Efrîn û Şehbayê bi boneya 7‘emîn salvegera Şoreşa Rojava li rêya di navbera gundê Til Qerah û Kampa Serdemê hatin ba hev. Girse pankartên " Bi ruhê 19’ê Tîrmehê em ê faşîzmê têk bibin, Efrînê rizgar bikin û xweseriya demokratîk mîsoger bikin”, "19‘ê Tîrmehê bingeha azadî û aştiyê ye" û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn û bê navber diruşmên silavkirina Berxwedana Serdemê û Şoreşa Rojava û şermezarkirina îxanetê qîr dikirin. Girse heta qada kampa Serdemê ya li gundê Til Sûsîn.

Li vir şahiyek hate lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtin endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şervîn Rifet axivî, Şoreşa Rojava pîroz kir û anî ziman ku bi saya fikir û felsefeya Ocalan serkeftinên mezin di şoreşê de hatin bi destxistin.

Hevseroka Herêma Efrînê Şêraz Hemo jî salvegera şoreşa li gelê herêmê pîroz kir û berxwedana wan a li hemberî dagikeriyê silav kir û wiha anî ziman ku Şoreşa Rojava banga azadî, guhertin û pêşxistinê kir û dê xeta şoreşê dewam bike heta Efrînê rizgar bibe.

Şêraz Hemo banga yekitiya kurdî li hemberî sîstema Erdogan bi taybet li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir û anî ziman ku Tirkiyê, hikûmeta herêmê ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne.

Endama Koordînasyona Kongreya Star Hêvîn Silêman jî axivî û got, jinan di şoreşa Rojava de roleke pêşeng di qadên siyasî, leşkerî û doplomasî de kirin.

Piştî axaftinanan Koma Gaziyan a stranan, hunermend Xeçê, koma dîlanan a kampa Berxwedan û koma şano, şanoyeke li ser serhildanên gelê li dijî desthilatdariyê pêşkêş kirin.

Şahî bi dirûşmeyan bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din