Şêniyên Efrînê şehîdê HRE`yê oxir kir

Şêniyên kantonên Efrîn û Şehbayê cenazeyê şervanê HRE`yê Şoreş Amanos li Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê li navçeya Ehresê oxir kir û nasnameyên 6 şehîdên Berxwedana Serdemê hatin eşkerekirin.

Bi hezaran şêniyên herêma Efrînê beşdarî merasîma oxirkirina şervanê HRE`yê Mihemed Hisên (Şoreş Amanos) bûn ku di 30`ê Nîsanê de şehîd bûbû.

Şêniyan cenazeyê şehîd Şoreş ji Nexweşxaneya Avrîn li navçeya Fafîn a li Şehbayê rakir û ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li navçeya Ehresê ve ketin rê.

Li goristanê deqeyekê rêz hate girtin, paşê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameyên 6 şehîdên YPG`ê û YPJ`ê ku di dem û cihên cuda ji Berxwedana Serdemê de şehîd bûne, eşkere kirin. Navên şehîdan wiha ne:

Hesen Ereb (Heqî Qerar), Ebdo Tabaş (Mesûm), Mihemed Mihemed (Mîrvan Aras), Elî Yûsif (Piling Berazî), Henan Risolo (Xebat Efrîn) û şervana YPJ`ê Leyla Mela Nesan (Amara Qehreman).

Piştî xwendina nasnameya şehîdan, endama rêveberiya Meclisa Malbatên Şehîdan Şadiya Îbrahîm û bi navê HPC`ê endamê rêveberiyê Arif Menan axivîn. Axaftvanan ji malbatên şehîdan re sersaxî xwest û teqez kir ku ew ê Efrînê ji dagirkeriya Tirkiyê rizgar bikin û soza şopandina rêya şehîdan nû kir.

Nasnameya şehîdan ji aliyê endamên Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rûxweş Hesen û Avdar Mihemed ve hatin xwendin û radestî malbatên şehîdan hatin kirin.

Paşê cenazeyê şehîd Şoreş li goristana şehîdên Berxwedana Serdemê hate veşartin.

(jo)

ANHA


Mijarên Din