Şêniyên Efrînê serkeftina HDP‘ê pîroz kirin

Şêniyên Efrînê yên li kampên Berxwedan û Serdemê yên Şehbayê serkeftina HDP‘ê pîroz kirin.

Şêniyên Efrînê yên kampên Berxwedan û Serdemê yên Şehbayê bi du şahiyan serkeftina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li gelek deverên Bakurê Kurdistanê di hilbijartinên xwecihî de pîroz kirin.

Di şahiya li kampa Serdemê de, endama Koordînasyona Kongreya Star Salha Mihemed axivî, serkeftina HPD‘ê li gelên Kurdistanê û yên li derveyî welat pîroz kir.

Salha Mihemed got: "Dewletên mêtînger hewl didin me tine bikin û îradeya me bişkînin da ku banga ma ya ji bo azadiyê bisekinîn, lê em nahêlin, serkeftina gelê Kurd di hilbijartinên Tirkiyê de delîlê girêdana gel bi xaka xwe ve ye, ji ber ku dengê xwe dane kesên ku dê azadî û aştiyê pêk bînin."

Di şahiya li kampa Berxwedan de, rêveberê kampê Îbrahîm Şêxo jî serkeftina HDP‘ê li hilbijartinên xwecihî yên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê pîroz kir û got ew xeta demokrasiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dişopînin.

Piştî axaftinan, govend li ber stranên şoreşgerî hatin gerandin.

ANHA

 


Mijarên Din