Şêniyên Efrînê şewatên li zeviyan vedimirînin, dagirkeriya Tirkiyê dîsa vêdixe

Şêniyên gundê Soxanka yê navçeya Şêrewayê diyar kir ku piştî wan şewata li gund vemirand, dagirkeriya Tirkiyê dîsa vêxist. Şêniyan li hemberî wêrankirina Tirkiyê û bêdengiya civaka navneteweyî nerehetiya xwe anî ziman.

Wêrankirinên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser xaka kantona Efrînê roj bi roj zêde dibin, di encamê de şênî dibin qurban, di gel jî bêaramî, bêewlehî, revandin, gelek rewşên kuştin û tecawizkirinê rû didin. Heta niha dagirkeriya Tikiyê zirareke mezin gihandiye xwezayê herêmê.

Niha jî artêşa dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê plana şewitandina zêdetirî 14 hezar hektar zeviyan li gund û navçeyên cuda yên Efrîrnê dike. Di encama şewitandina zeviyan de jî hilberînên çandiniyê, wekî darên zeytûnan, dar û daristan rastî ziyaneke mezin hatine.

Di demên dawîn de dagirkeriya Tirkiyê ji destpêka mewsima çinînê ve kiryarên şewatê zêdetir kirine, di encamê de jî şewatê rûbereke berfireh ji zeviyên Efrînê daye ber xwe.

Ji ber vê yekê şênî yekser berê xwe didin cihê şewatê û da ku darên mayî biparêzin vedivirînin. Lê dagirkeriya Tirkiyê guleyan li şêniyan direşîne û rê li pêşiya şêniyan digire.

Tevî wêrankirin û kiryarên dermirovî jî civaka navneteweyî û rejîma Sûriyê bê deng in, lewma wêrankirinên dagirkeriya Tirkiyê li herêmê zêdetir dibe.

Berî çend rojan artêşa dagirker a Tirkiyê  careke din agir bi zeviyên çandiniyê yên li ser sînor, ku girêdayî navçeya Şêrawa ne xist. Yek ji van gundan jî Sûxankê ye ku berî çend rojan şêniyan bi hemû hêza xwe rê li şewatê girt, lê tevî vê yekê jî zêdetirî 2 hezar darên zeytûnên şêniyan şewitîn.

Têkildarî mijarê ANHA`yê sûcdariya kiryarên şewitandinê yên dagirkeriya Tirkiyê der heqê xwezaya gundê Sûxankê de belge kirin. Di vê çarçoveyê de hevdîtin bi şêniyên gund re çêkirin. Yek ji şêniyan Remziya Mihemed wiha axivî: "Ji beriya 4 rojan ve artêşa dagirker a Tirkiyê êgir bi zeviyên gund dixe, di encamê de jî bi hezaran darên zeytûnan şewitîn û zeviyên hilberîna genim dan ber xwe û heta lawirên li zeviyê jî hatin şewitandin.”

Welatiyê bi navê Mihemed Mixtar jî wiha got:"Bûyer ji gundên ku çeteyên artêşa dagirker a Tirkiyê lê dimînin rû da û Sûxankê, Basilê û heta gundê Eqbiyê yê girêdayî navçeya Şêrawayê jî şewitand. Ji ber vê yekê şêniyan yekser vemirand, lê alavên agirkujiyê ji vê bûyerê re nebûn bersiv û êgir gur bû.”

Di vê derbarê de şêniyê bi navê Alî Mamo wiha anî ziman: "Bi hemû hêza xwe em êgir vedimirînin, lê dema vedimire artêşa Tirkiyê dîsan pê dixe.”

Her wiha şêniya bi navê Heyat Yûsif piştî nerehetiya xwe der barê bêdengiya civaka navdewletî ya der heqê sûcdariyên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê li ser xwezaya Efrînê, axivî û tekez kir ku ji beriya 4 rojan ve wan xew nekiriye, ew wekî zeviyên xwe ku li pêşiya çavên wan tên şewitandin û nikarin vemirînin, dişewitin.

Welatiyê bi navê Welîd Mamo jî bang li rêxistinên peywendîdar kir ku xwezaya jîngehê biparêzin û rê li pêşiya wêrankirinên Tirkiyê der heqê milkên şêniyên Efrînê de bigirin.

Artêşa dagirker a Tirkiyê û çeteyên wê ji dema kantona Efrînê dagir kirine, gundê Sûxankê gelek caran bombebaran kir û di encamê de jî ziyanên madî gihaştin mal û zeviyên şêniyan.

(eh)

ANHA


Mijarên Din