Şêniyên Efrînê: Têkoşîna me ya bi îradeyê berdewam e

Şêniyên Efrînê anîn ziman ku berxwedana wan bê rawestîn  berdewam e û rizgarkirina Efrînê danîne ber çavên xwe. Şêniyan bêdengiya rejîma Sûriyê û Rûsya ya ji binpêkirinên dagirkeriya Tirk li Efrînê, şermezar kirin.

Şêniyên Efrînê di encamên êrîşên hovane yên dagirkeriya dewleta Tirk de ji warê xwe derketin. Şêniyan berê xwe dan kantona Şehbayê û li wir di kampan de bicih bûn. Şêniyan diyar kirin ku ew ji bo vegera Efrînê bê rawestîn li ber xwe didin.

Şêniyên bi navê Selam Îbo ji gundê Kurzêlê yê Efrînê anî ziman ku bi nêzîkbûna sal û nêvekê li ser dagirkirina Efrînê heta niha li Şehba di nav kampan û malên wêrankirî de li ber xwe didin. Îbo got: “Ji ber germahiya havînê û seqema zivistanî em zehmetiyan dikişînin. Bi bilindbûna pileya germê re nexweşî belav dibin. Derman jî kêm in. Ti aliyên mirovî alîkariya me nakin."

Îbo destnîşan kir ku şêniyên Efrînê yên di hundirê Efrînê de mane, rojane azarên binpêkirinên dagirkeriya Tirk, ji kuştin, revandin û talankirin dijîn û got: "Dê têkoşîna me ya bi çeka îradeyê heta rizgarkirina Efrînê berdewam e.”

Jina bi navê Xedîce Elî ya ji navçeya Racoyê destnîşan kir ku dagirkeriya Tirk vîn û moralê şêniyên Efrînê dike hedef û got: "Armancên dagirkeriya Tirk bi cih nayên. Di her kêliyekê de em navê Efrînê tînin ziman."

Xedîce îşaret bi bêdengiya rejîma Sûriyê  û Rûsya yê kir û wiha got: "Rejîma Sûriyê û Rûsya çavê xwe ji zêdegaviyên li Efrînê û topbarana li ser malan girtine. Vîna şêniyên Efrînê li hemberî hemû tecawizan dê bi serkeve û Efrîn rizgar bibe."

Şêniyên bi navê Bekir Elîko ji bajarê Efrînê ye û li gundê Til Qerah ê kantona Şehbayê dimîne dibêje, ew di pêvajoyeke dîrokî, di nava şertên jiyanî yên zehmet û paşguhkirina ji aliyê civaka navdewletîde dijîn û got: “Dê têkoşîna me bê westandin berdewam bike. Me rizgarkirina Efrînê daniye ber çavê xwe.”

Bekir Elîko di dawiya axaftina xwe de bêdengiya Rûsya ya li hemberî lêkirina dîwaran li derdora Efrînê şermezar kir.

(bb/bm)

ANHA


Mijarên Din