Şêniyên Elî Babceliyê li dijî dewleta Tirk û çeteyên wê meşek li dar xist

Şêniyên bajarokê Elî Babceliyê yê gundewarên bakurê navçeya Eyn Îsayê li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê serî hilda û bang li rawestandina binpêkirinên li dijî şêniyan kir.

Ji ber berdewama kiryarên artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên herêmên dagirkirî, şêniyan serî hilda.

Çavkaniyên ji bajarokê Elî Babceliyê yê girêdayî navçeya Eyn Îsayê ragihand ku şêniyên bajarok îro li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji Cebhet El-Nusra û DAIŞ’ê, meşek li dar xist.

Şêniyan di meşê de dirûşmên rawestandina binpêkirina li dijî sivîlan ji tevliheviya ewlehî, kiryarên dizîn, talan û revandinê li herêmên dagirkirî, berz kirin.

Li gelek bajar û bajarokên ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê tevliheviya ewlehî, kiryarên li dijî şêniyan ji kuştin, girtin û revandinê rû didin. Ji lew re şêniyên van herêman hêrsa xwe bi meşên şermezarkirinê nîşan didin.

(fr)

 ANHA


Mijarên Din