Şêniyên El-Basîra cenazeyê şehîd Ramî El-Hemed oxir kirin

Şêniyên bajarokê El-Basîre yê rojhilatê gundewarê Dêrazorê cenazeyê şehîd Ramî Xalid El-Hemed şervanê Hêzên Erka Xweparastinê yê ji şêniyên herêma Hecînê dema li ser erka xwe bû şehîd bûye li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen oxir kir.

Bi sedan şêniyên Dêrazorê tev li merasîma oxirkirina şehîd Ramî Xalid El-Hemed ê ku di 13`ê Çileyê de şehîd bûye bûn.

Şêniyan cenazeyê şehîd bi kerwanekî wesayîtan ber bi Goristana Hanî El-Hesen ve ya li herêma El-Basîra ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel torenek leşkerî ji hêla şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk ve destpê kir. Piştre bi navê Saziya Malbatên Şehîdna Wefa El-Celal axivî û sersaxî ji malbata şehîd re xwest. Wefa rola şehîdan ji bo rizgarkirina herêmê ji DAIŞ û afirandina jiyanek azad û ewle ji gelên herêmê re silav kir. Her wiha soza şopandina têkoşîna wan heya pêkanîna tevahiya armancên ku ji bone wê canê xwe feda kirine, da. 

Di dawiya merasîmê de şêniyan cenazeyê şehîd Ramî Xalid El-Hemed li Goristana Şehîd Hanî El-Hesen di nav tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din