Şêniyên El-Keramê: Tirkiye dixwaze herêmên din ên Sûriyê dagir bike

Şêniyên El-Keramê kiryar û komployên dagirkeriya Tirk li dijî xaka Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Tirkiye bi lêkirina dîwarê li Efrînê dixwaze Efrînê jî wek Lîwa Skenderonê ji Sûriyê qut bike.”

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe yên li ser xaka Sûriyê didomîne. Herî dawî dîwarek li kantona Efrînê lê dike da ku kantonê ji Sûriyê qut bike. Ji ber wê şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember van binpêkirinan hêrs bûne.

Şêniyên herêma El- Keramê ku dikeve rojhilatê Reqayê binpêkirinên Tirkiyê yên li ser axa Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyê bi navê Derwîş El-Bû Hebal diyar kir ku Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve hewl dide dagirkeriya Osmanî vegerîne û wiha got: “Armancên Tirkiyê ji tevahiya cîhanê re xuya bûn. Tirkiye dixwaze herêmên dîtir ji Sûriyê dagir bike û îro jî bi lêkirina dîwar, Efrîn ji Sûriyê qut dike. Mîna Lîwa Skenderon.”

Derwîş destnîşan kir ku Sûriyê yek xak e û ya gelê Sûriyê ye. Derwîş got: “Gelê Sûriyê qebûl nake ku Tirkiyê deverên din ji Sûriyê dagir bike, ji ber wê divê gelê Sûriyê yekîtiya xwe li hember planên dagirkeriyê ava bike.”

Şêniyê bi navê Ebid El-Casim fedekariyên şervanên QSD`ê ji bo rizgarkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi bîr xist û got: "Tirkiyê rêgeza Osmaniyan dimeşîne û hewl dide desthilatdariya Osmaniyan li Sûriyê vegerîne."

El-Casim kiryarên Tirkiyê û bêdengiya navdewletî li hember wê şermezar kir û wiha domand: "Bêdengiya navdewletî hişt ku Tirkiyê asta binpêkirinên xwe li Sûriyê zêde bike."

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din