Şêniyên El-Siwer bêdengiya navneteweyî li hember binpêkirinên li Efrînê şermezar kir

Şêniyên bajarokê El-Siwer ên bejahiya Dêrazorê binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê li xaka Sûriyê bi giştî û Efrînê taybet û bêdengiya navneteweyî hember binpêkirnan şermezar kirin û nerazîbûna xwe hemberî dîwarê lêkirinê ku dagirkeriya Tirkiyê lê dike nîşan dan.

Dewleta Tirk a dagirker binpêkirinên xwe derheqê şêniyên Efrînê de didomîne, niha jî dîwarê parçekirinê li Efrînê lê dike û Efrînê ji xaka Sûriyê qut dike û tev li xaka Tirkiyê dike, der barê mijarê de şêniyên bajarokê El-Siwer ji ANHA`yê re axivîn.

Besiyê Ebdullrezaq ji şêniya bajarokê El-Siwer axivî û bêdengiya navneteweyî hember binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê şermezar kir û wiha got: "Em dagirkeriya li xaka Sûriyê red dikin, Tirkiyê naxwaze gelê Sûriyê bi aştiyane bijî, her wiha dixwaze fitneyan têxe nava gelên herêmê."

Her wiha şêniya bi navê Bişra El-Ehmed lêkirina dîwarê di navbera Efrîn û xaka Sûriyê de red kir û bal kişand ser rola Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin û got: "QSD`ê hêzeke girîng e, weke çawa çeteyên DAIŞ`ê ji herêmên me têk bir ew ê dagirkeriya Tirkiyê ji xaka Sûriyê derxe."

Şêniyê bi navê Hîşam Milhim jî da zanîn ku divê gelê Sûriyê hevgirtî be û bibin yek û li pêşiya planên dewleta dagirker bisekinin.

(jo)

ANHA  


Mijarên Din