Şêniyên Erîma komkujiya Qortwêranê şermezar kirin

Îro şêniyên bajarokê Erîma yê gundewarên rojhilatê bajarê Babê bi xwepêşandanekê komkujiya dewleta Tirk a li gundê Qortwêranê pêk anîn. Dewleta Tirk a dagirker di komkujiyê de 6 sivîl qetil kirin û gelek sivîl birîndar kirin.

Xwepêşandêrên ku ji pêşiya Meclisa Bajarokê Erîma dest bi meşê kirin, alên Meclisa Leşkerî ya Babê û pankertên bi nivîsên "sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê li dijî sivîlan berdewam in, civaka navnetewî bêdeng e" û wêneyên şehîdên komkujiyê, rakiribûn.

Meşvan li ser rêya M4 yê navrasta bajarokê Erîma sekinîn û deqeyekê rêz girtin. Piştre yek ji rêveberên Meclisa Bajarokê Erîme Ehmed Yûsif li ser navê şêniyên bajarok û gundên girêdayî wê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku komkujiya dewleta Tirk li dijî şêniyên sivîl yên gundê Qortwêranê pêk aniye, careke din piştrast dike ku Tirkiyê cudahiyê naxa navbera jin, zarok û kesên temenemzin û sûcên kuştin û rûxandinê der heqê wan pêk tîne.

Di berdewama daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em komkujiyên der heqê jin, zarok û gelê me de şermezar dikin. Her wiha em bêdengiya civaka navnetewî li hemberî sûcên Tirkiyê şermezar dikin. Em bang li tevahî dewletên cîhanê û rêxistinên mafên mirovan dikin ku li dijî zalim Erdogan bisekinin û rê li pêşiya van komkujiyan bigirin."

Xwepêşandan bi dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re bi dawî bû.

(cx)

ANHA


Mijarên Din