Şêniyên Eyn Îsayê banga rawestandina êrişên Tirkiyê kirin

Şêniyên navçeya Eyn Îsayê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber şermezar kirin û bang li civaka navneteweyî kirin ku sînorekî ji êrişên dewleta Tirkiyê re deynin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bê serûber topbaran dikin. Her wiha di van demên dawîn de êrişên xwe zêde kirine.

Girêdayî mijarê, şêniyê bi navê Xalid Dawûd wiha got: "Her roj piştî saetên derengiya şevê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeyê topbaran dikin. Ev topbaran tirsê di nava şêniyan de çêdike. Em ji bo ku zarok netirsin ji wan re dibêjin ev lîstokên bi agir in."

Şêniyê bi navê Mihemed Reşîd jî  wiha da zanîn: "Di encama topbarana bênavber de aramiya herêmê tevlihev dibe. Ev êriş sivîlan hedef digirin. Mal û milên şêniyan hedef digirin.”

 Xalid Dawûd û Mihemed Reşîd bang li civaka navneteweyî kirin ku van êrişên barbarî rawestînin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bikin ku êrişên xwe rawestînin da ku bi ewlehî û aramî li herêmên xwe bijîn.

Li pêş çavê hêzên hikumeta Sûriyê û garantorê rûsî dewleta Tirk êriş dike. Ev hêz jî ji xwe re temaşe dikin.

Dewleta Tirk a dagirekr û çeteyên wê duh kampa Eyn Îsayê topbaran kirin û di encamê de şewateke mezin derket.

(fr)

ANHA


Mijarên Din