Şêniyên Girê Spî: Artêşa Tirk bêyî cudabûn êrişî hemû pêkhateyan dike

Şêniyên Girê Spî gotegotên rayedarên Tirk ên ku diyar kiriye tu êriş li dijî şêniyên bajêr pêk nehatine, derewandin. Şêniyan anî ziman ku tevahî pêkhate ji Ereb, Kurd, Tirkmen û Ermen di êriş û binpêkirinên dewleta Tirk re derbas bûn.

Şêniyên Girê Spî bersiva îdîayên dewleta Tirk ên ku êrişî pêkhateyên Ereb, Ermen, Tirkmen û Kurd nekiriye û hêj li bajarêr in, bi daxuyaniyekê da.

Daxuyaniya şêniyên Girê Spî ji aliyê rûspiyê eşîrên Girê Spî Mihemed Mayûf ve hate xwendin.

Daxuyaniya şêniyên Girê Spî wiha ye:

"Di demên derbasbûyî de ji aliyên rayedarên rêveberiya DYA`yê û ji serokê Amerîkayê Donald Trump û ji hin rayedarên dewleta Tirkiyê daxuyanî hatin dayîn ku komên çekdar ên derbasî Girê Spî bûne li dijî pêkhateyên Ereb û Ermen yên li bajêr ti binpêkirin pêk neanîne, tenê pêkhateya Kurd ji bajêr koçber bûne û niha bajar aram e."

Em wek pêkhateya Ereb a li Girê Spî îdîayên dewleta Tirk red dikin. Ji ber hebûna komên tundrew li herêmên me rewa dike. Her wiha şewqa kesk dide wan ku hîn zêdetir binpêkirinan der heqê pêkhateyan de bêyî cudabûnê pêk bînin.

Daxuyaniyê bal kişand ser serjimariya binpêkirinên der heqê kesayetên Ereb, ciwanên Ereb ên ku hatine revandin û diyar kir ku der barê serbestberdana wan fîdyeyên mezin tên xwestin.  Ji wê zêdetir jî saziyên xizmetguzarî û leşkerî jî hatin talankirin û wêrankirin. Her wiha li dijî şêniyên Kurd jî binpêkirinên bi vî rengî pêk hatin. 426 dibistan ji ber êrişan hatin girtin, zêdetirî 51 hezar û 200 xwendekar ji xwendinê bê par man û hezar 983 mamoste hatin rawestandin. Li rexê jî bi sedema hedefgirtina nexweşxaneya giştî ji xizmetê bi der ket û 3 kadroyên tenduristiyê bi awayekî hovane hatin kuştin."

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê mal û milkên şêniyan didizin û malên wan hedef digirin. Di malên şêniyan de çeteyan bi hedefa demogratiya bajêr bi cih dikin û her wiha jî jinên DAIŞ’ê yên ku ji kampê revîne li herêma Eyn Erûs û Haret El-Leyl a bajêr bi cih dikin.

Şêniyan bi daxuyaniyekê ew binpêkirin şermezar kir û her wiha kiryara rakirina sîfeta terorê ji ser çeteyên dewleta Tirk jî şermezar kir. Bi wê re jî dixwazin fîtne û cudabûnê têxin navbera tevahî pêkhateyan.

Daxuyanî wiha bi dawî bû:“ Gelên herêmê yên bi hev re bi aramî û girêdaneke xizmiyê heye û bê cudabûneke etnîkî dijîn, Erdogan hewl dide fîtneyan têxe navbera pêkhateyan. Şêniyan di vê çarçoveyê gotin, xwîna pêkhateyên Girê Spî li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên bû yek û dê gelên herêmê bi yek dest bin heta tevahî xakê ji komên çete rizgar dikin."

 (eh)

ANHA


Mijarên Din