Şêniyên Girê Spî cenazeyê endamê trafîkê Adil Elî spart axê

Şêniyên kantona Girê Spî cenazeyê endamê trafîka Girê Spî Adil Elî yê ku di encama nexweşiyeke giran de şehîd bûbû, li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhoza, veşart.

Îro bi sedan şêniyên kantona Girê Spî li pêş çerxerêya El-Elem a bajarê Girê Spî kom bûn û bi karwaneke ji erebeyan berê xwe da Goristana Şehîd Tamê da ku beşdarî merasîma veşartina endamê trafîkê Adil Elî yê ku di encama nexweşiya giran de şehîd bûbû, bibin.

Hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî, nûnerên saziyên sivîl, leşkerî û bi sedan şêniyên kantona Girê Spî û gundewarên wê, beşdarî merasîmê bûn. Beşdaran al û sembolên Meclisa Malbata Şehîdan, Trafîkê, Asayîş, Meclisa Girê Spî ya Leşkerî û Hêzên Erka Xweparastinê, hildan.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê û toraneke leşkerî ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kir.

Dûvre bi navê Rêveberiya Giştî ya Trafîkê ya Herêma Firatê Mezlûm Walî axivî û wiha got: "Serê melbata şehîd sax be, em bejna xwe li hember şehîdên ku ev xak bi xwîna xwe ya paqij av dane da ku bi azad û rûmet jiyan bikin, ditewînin. Gewdeyên şehîdan diçe, lê rih û bîranînên wan zindî dimînin. Ji şehîdan re dibêjin, bi aramî razin. Em rêya têkoşîn û berxwedanê ya ku şopaye bernadin. Em ê heta pêkanîna hedefên ji bona wan we canê xwe daye, têbikoşin."

Piştî axaftinê, wesîqeya şehadetê ji hêla Meclisa Malbata Şehîdan ve hat xwendin û radestî malbata Adil Elî hate kirin.

Cenazeyê şehîd Adil Elî di nava tilîliyên dayikan û silavkirina berxwedana şehîdan de li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê hat veşartin.

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din