Şêniyên Girê Spî ji ber buhabûna kel û pelan bi gilî ne

Şêniyên bajarê Girê Spî ji ber ferqa buhayên madeyên xwarinê di navbera dikanan de bi gilî û gazinc in. Şêniyan bang li Komîteya Zimhêrê kir ku pirsgirêkê çareser bikin. Komîteyê jî diyar kir ku xwediyên dikanan bi buhayên diyarkirî firotinê nakin. 

Li gorî şêniyan, li bajarê Girê Spî buhayên (nirx) madeyên xwarinê di navbera dikanan de cuda ne li gel bihabûna giştî. Ji ber wê divê Komîteya Zimhêrê tev bigere û pirsgirêka ku şênî ji ber westiyane, çareser bike.

Şêniyên bajêr ji ber cudabûna bahayên sebze, fêkî û madeyên xwarinê yên bingehîn di navbera dikanan de bi gilî û gazinc in. Hindek şênî dibêjin ji ber derfetên xwe yên aborî yên sînordar nikarin tevahiya pêwîstiyên xwe bikirin.

Şêniya bi navê Fatme Xelîl girêdayî mijarê wiha dibêje: "Buhayên sebzeyan gelekî biha ne, tevî ku hilberîn herêmî ye. Ji ber bihabûnê em nikarin bikirin."

Fatme hêvî kir ku aliyên têkildar helwesteke cidî li hember xwediyên dikanan bê cudahî nîşan bidin.

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Said Hemze destnîşan kir ku bihayên kel û pelan li herêmê ji dikanekî ji ya din cudatir e û got her firoşkarek li gorî xwe buhayan diyar dike.

Hemze bang li Komîteya Zimhêrê kir ku buhayên kel û pelan bikin yek û rê li pêşiya hîleyan (xişê) bigirin.

Xwediyê dikanekê bi navê Ismaîl El-Abdullah sedema bihabûna kel û pelan di nav sûkan de vegerand ku hindek firoşkar kel û pelên herêmî bi buhayên yên ku ji derve hatine difiroşin. El-Abdullah bal kişand ser ku lêçûna veguhastina kel û pelan, barê xwediyên dikanan zêde dike, ji ber wê firoşkar kel û pelan biha difiroşin.

Di van demên dawîn de ji ber ku hindek cureyên hilberînên herêmî daketin sûkan û bi nêzîkbûna berhevkirina baxçeyan re, buhayên sebzeyan kêm bûne. Lê tevî wê jî şênî dibêjin hîna buhayên kel û pelan bilind in û firoşkar buhayên ku hatine diyarkirin naynin cih.

Girêdayî mijarê hevseroka Komîteya Zimhêrê ya Kantona Girê Spî Bêrîvan Salih dibêje ew dewriyeyên xwe sibehan û êvaran di nava sûkan de dimeşînin û bicihanîna lîsteya buhayên kel û pelan ku komîteyê diyar kirine, tekez dikin. Bêrîvan diyar kir ku xwediyên dikanan buhayên diyarkirî bi cih naynin.

Bêrîvan bal kişand ser ku şênî girêdayî dikanên ku lîsteya buhayên kel û pelan a ku komîteyê diyar kiriye, binpê dikin, gilî nakin û ew jî çareseriya pirsgirêkê zehmet dike.

(şx)

ANHA


Mijarên Din