Şêniyên Girê Spî li dijî dagirkeriya Tirk meşiyan

Îro sedan şêniyên kantona Girê Spî bi boneya 5`emîn salvegera êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ser kantona Kobanê û ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê, meşek li darxistin.

Meclisa kantona Girê Spî îro ji bo salvegera 5`emîn êrîşên çeteyên DAIŞ`ê ser Kobanê meşek li darxist, di meşê de binpêkirinên Tirkiyê li kantona Efrînê jî şermezar kirin.

Şênî li çerxereya taxa El-Îskan kom bûn û berê xwe dan çerxereya Şaredariyê ya li navenda bajêr. Şêniyan wêneyên şehîdan û pankartên ku li ser nivîsa "Em şêniyên kantona Girê Spî dagirkeriya Tirkiyê ji Bakurê Sûriyê û Bakurê Iraqê re şermezar dikinî", "Em hemû Efrîn in" û gelek pankartên din" hildan.

Di meşê de beşdaran dirûşmeyên silavkirina berxwedana Kobanê û Efrînê berz kirin û dirûşmeyên din weke "Xwîna gelê Sûriyê yek e, bijî biratiya gelan, bimire hikumeta AKP`ê" berz kirin.

Meş li çerxereya Şaredariyê ya li navenda bajêr rawestiya. Ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna azadiyê deqeyeke rêz hate girtin. Paşê cîgirê Hevserokatiya Meclisa kantona Girê Spî Sebrî Mistefa axivî.

Mistefa wiha got: "Dewleta Tirk hewl dide fersendê ji aloziya Sûriyê bigire û xeyalên Osmaniyan zindî bike. Her wiha projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibe."

Paşê cîgira serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê li Girê Spî Fatima Şeban axivî û wiha got: "Di vê roja reş de ku çeteyên Erdogan êrîş kiribû, tenê dikarim Cemal Paş, darvekirina sivîlên ku azadî dixwestin û qirkirina Ermenan bi bîr bînim, lê vê carê bi rêya wekîlan û bi navê olê welatiyan dikujin. Silav berxwedana bajarê Kobanê, silava herî mezin ji her dayîkekê ku kezeba xwe kir qurbana vê axê."

Paşê endama rêveberiya Kongerya Star a kantona Girê Spî Hûda Mistefa axivî û destnîşan kir ku ew şopdarên rêya kesên ku di navakirina netewa demokratîk û tinekirina terora de têkoşiyan dimeşin.

Meş bi dirûşmên silavkirina berxwedanê û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê bidawî bû.

ANHA


Mijarên Din