Şêniyên Girê Spî: Mafê me ye ku em çeteyên DAIŞ’ê darizînin

Şêniyên kantona Girê Spî ji civaka navnetewî xwestin ku alîkariya Rêveberiya Xweser bikin da ku dadgeheke navnetewî li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ava bikin û çeteyên DAIŞ’ê darizînin. Şêniyan diyar kirin ku mafê wan e ku çeteyan darizînin.

Şênî û Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civaka navnetewî dixwazin ku dadgehek navnetewî ji bo darizandina çeteyên DAIŞ’ê yên li gel Rêveberiya Xweser girtîne, ava bikin.

Derbarê mijarê de, şêniyên kantona Girê Spî diyar kirin ku herî zêde ew rastî binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê hatine. Şêniyan gotin: “Mafê me ye ku em çeteyên DAIŞ’ê darizînin.”

Welatiyê bi navê Kîlo Ehmed şêniyê ji navçeya Silûk a kantona Girê Spî ye. Ehmed wiha got:"DAIŞ`ê gelê me li ber çavê me serjê kirin. Me nekarî tiştekî bikin. Binesaziya bajarên me talankirin û rûxandin. Em dixwazin dadgehek navnetewî li herêmên me were avakirin. Da ku çete li pêş çavê gelê me yê koçberî, kuştin û girtin dîtine werin darizandin. Ne mafê ti kesî ye bê me çeteyan ceza bike. Mafê me  yê biryaran heye.”

Her wiha şêniyê bi navê Yasir Ewad El-Rehîb jî wiha got: "Ez nerîna xwe û hemû gelê Sûriyê ku zilm ji çeteyên DAIŞ`ê dîtine, dibêjim û dixwazim nameya me bigihêje civaka navnetewî û aliyên peywendîdar. Da ku teror tine bibe. Terorîstên ku sûcên herî xirab li ser mirovahiyê dan meşandin îro nayên darizandin. Em vê yekê qebûl nakin. Me ji ber zilma terorîstan bav, dê, bira, heval û cîranên xwe winda kirin.”

Yasir wiha dirêjî da axaftina xwe: "Çerxereya El-Neyîm li bajarê Reqayê şahidê sûcên DAIŞ`ê ye. Em ê çawa vê jibîr bikin. Min bi çavên xwe dît ku zarokekî hîna nebibû 10 salî digot “ez qurban min nekuje”. Ew bi guleyekî kuştin. Çeteyan ez ji ber cixare vexwarinê kirim zindanê. Li ber çavên min gule li serê girtiyekî dan. Em ê çawa wan sûcan ji bîr bikin?.”

 Di dawiyê de Yasir wiha got: “Em wek şêniyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê mafê me yê rewa ye ku kesên em rûxandin, darizînin.”

Şêniya bi navê Necah Xelîl El-Xelef, yek ji jinên bajarê Girê Spî, bang li NY`ê kir ku tevbigerin da ku dadgeheke navnetewî ji bo darzandina çeteyên DAIŞ`ê ava bikin.

Necah wiha got: "Ew terorîst sedema rûxandina Sûriyê û kuştina gelê wê ne. Divê çete li vir bêne darizandin."

(jo/bm)

ANHA


Mijarên Din