Şêniyên Girê Spî: Ocalan Rêberê hemû gelan e

Şêniyên Girê Spî yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, diyar kir Ocalan xwedî giyanekî dilovan e û got: “Ji bo ku pêkhateyên herêmê bi hev re bijîn û ji bo rola jinan di nava civakê de, Ocalan  kedeke zêde da.”

Şêniyên Girê Spî yên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, diyar kir ku Ocalan xwedî giyanekî dilovan e û destnîşan kir ku kesayet û gotinên Ocalan bandoreke zêde li wan kiriye.

Şêniyê bi navê Wêso Qadir wiha got: "Di salên 90’î de li Lubnanê min cara yekê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dît. Em 4 roj li Lubnanê man. Em fêrî gelek tiştan bûn. Em minetdarên wî ne û her çi qas em bikin, em nikarin mafê wî bidinê. Ji ber ku ew xwedî fikrên azad e.Dixwaze pêkhateyên bindest di nav ewlehî û aştiyê de bijîn."

Qadir gotinên xwe wiha berdewam kirin: "Bi saya fikr û felsefeya Ocalan pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb, Ermen û Tirkmen li ser rêgeza jiyana hevpar dijîn û hevgirtina xwe ava kirine. Ev jî di sekinandina gelên herêmê de li hemberî çeteyên DAIŞ`ê îsbat bû. Ocalan ne tenê rêberê gelê Kurd e, ew rêberê hemû gelan e.”

Qadir destnîşan kir ku fikr û felsefeya Ocalan rizgarkirina civakan ji zilm û zordestiya pergalên serdest armanc dike. Qadir wiha pê de çû: “Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê fikrên Ocalan li ser erdê pêk tên, ji ber wê herêm ji terorê rizgar bû. Em hêvî dikin ku Ocalan di rojbûna xwe de di nav me de be. Ji ber kesên mîna wî xwedî fikr û felsefeya azad nabe ku di girtîgehê de bin. Kiryarên Tirkiyê nayên qebûlkirin, ew naxwaze gelê Kurd di nav ewlehî û aştiyê de be. Êdî siyaseta Erdogan ya dijberiya gelê Kurd hatiye naskirin."

‘Hez dike mafên mazlûman lê vegerin’

Şêniya bi navê Şemsa Ismaîl beriya 29 salan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Lubnanê dîtiye. Şemsa girêdayî wê hevdîtina xwe ya bi Ocalan ev tişt got: "Ji ber gotinên me li ser Ocalan dibihîst, em çûn Lubnanê. Her kesî digot ew mirovekî xwedî exlaq e û gelekî hêja ye. Me 4 rojên gelek xweş li wir derbas kirin."

Şemsa wiha domand: "Di her çar rojan de Rêber bi me re axivî. Gotinên wî gelekî xweş bûn. Em fêrî gelek tiştan bûn û fikrên me hatin guhertin. Her wiha ji ber dilnizmiya xwe Ocalan bi saetan diaxivî."

Şemse diyar kir ku Ocalan rola jinan di civakê de tekez dikir, ji ber ku ew bûye qurbana pergalên serdest û mêrdestiyê. Şemsa got: “Ocalan mirovekî hêja ye û hez dike mafên mazlûman lê vegerin.”

Di dawiyê de Şemsa diyar kir ku jinan bi saya fikr û felsefeya Ocalan mafên xwe bi dest xistine û wiha got: "Wek jin, em hêvî dikin ku Ocalan bibînin û jê re bibêjin ku jin bi saya fikrên te rizgar bûne. Em hêvî dikin ku Ocalan azad bibe û di demeke nêz de di nav me de be. Ji ber wê em bang li rêxistinên mafên mirovan dikin ku zextê li Tirkiyê bikin da ku Ocalan berdin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din