Şêniyên Girê Spî:Tekane vebijêrk serkeftin e

Li dijî gefên Tirkiyê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şêniyên kantona Girê Spî çalakiyên mertalên zindî li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê di roja xwe ya 15`mîn de didomînin.

Şêniyên kantona Girê Spî ji bin konê çalakiyê, gefên Tirkiyê red kirin û teqez kirin ku ew ê li dijî zêdegaviyên Tirkiyê yên li ser herêmê rawestin.Tê zanîn ku konê çalakyê li taxa Minbetihê yê kantona Girê Spî ku li hemberî sînorê Sûriyê-Tirkiyê hatiye vegirtin.

Çalakiya mertalên zindî ku di 18`ê mehê de hatiye destpêkirin û bi beşdariya şêniyan çalakiya xwe di roja xwe ya 15`mîn berdewam dikin, Cîgira Hevseroka Meclisa Navçeya Silûk Sûad Şihadê, Hevserokê Meclisa bajarokê Zêdî Îd Sebar, li ser navê eşîrên herêmê şêx Siûd El-Hezaa û şêxê êla Anza û endamê Partiya Yekîtiya Demokratîk(PYD) şaxê kantona Girê Spî Mistefa Mislim axivîn.

Axîveran bel kişandin ser ku ji beriya çend salan ve Tirkiyê hewldana derxistina tevliheviyê di navbera gelan de dike, her wiha teqez kirin ku kombûna şêniyan di konê çalakiya mertalên zindî de, li dijî dagirkeriya Tirkiyê mezintintirîn serkeftin e.

Her wiha kesên axivîn diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê li hermên Sûriyê yên wekî Carablûs, Bab û Efrîn, dervî kuştin û wêrankirinê tu tişt bi xwe re neanî û teqez kirin ku li dijî hewldanên dagirkeriya xaka Sûriyê, şêniyên Bakurê Sûriyê dê mertal bin.

Axîveran di dawiya axaftinên xwe de bal kişandin ser şêniyên herêmê şer naxwazin û banga aşîtiyê dikin, lê heke pêwîst bike, ew ê li kêleka hêzên xwe bin û li dijî êrîşkarên xaka şer bikin û ew ticarî nebin qurban.

Çalakiyên mertalên zindî li Girê Spî berdewam in û şênî ji 18`ê mehê de li dijî gefên Tirkiyê 24 saetan li ser sînor in.

(eh)

ANHA


Mijarên Din