Şêniyên Girkê Legê piştgiriya Leyla Guven dikin

Şêniyên Girkê Legê got fikrên Ocalan ên azad serweriya dewletên mêtinger tune kir. Şêniyan tekez kir ku tecrîda li ser Ocalan komployeke navdewletî ye, her wiha piştgiriya xwe ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecrîdê anîn ziman.

Çalakiyên piştgiriya çalakgerên greva birçîbûnê li hemû bajarên Kurdistanê û cîhanê didomin.

Şêniyên Girkê Legê ku pêngava çalakiya grevê dişopînin, piştgiriya xwe ji çalakiyê re tekez kir û got ew ê hêza xwe ji vê têkoşînê bigirin da ku berxwedanê berdewam bikin.

Têkildarî mijarê şêniyê bi navê Mihemed Cemîl wiha got: "Em ê li kêleka têkoşîna ku parlemantera HDP`ê Leyla Guven û hemû çalakgerên grevê bi armanca şikandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşînin, bisekinin.”

Cemîl di dewama axaftina xwe de bal kişand ser komploya navdewletî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û wiha anî ziman: "Heke em bixwazin şerê gel li hember desthilatdaran nas bikin, dîrok şahidê vê yekê, ji ber ku dewletên mêtinger ên ku plana komployê danî, xwedî dîrokeke çewisandina gelan û kolekirina wan e, ji ber ku fikrên rêber Apo ji hemû gelên bindest re nimûne ye û dê hemû rêxistinên zordar ên ku dixwazin serweriya xwe li Rojhilata Navîn bidin meşandin, biguhere."

Mihemed Cemîl destnîşan kir ku armanca ji komploya navdewletî û tecrîda li ser Ocalan, qutkirina ji gel e û bi taybet piştî serkeftinên ku bi saya fikrên Ocalan li Rojava hatine bidestxistin.

Cemîl wiha li axaftina xwe zêde kir: "Tevî ku fikrên azad gihaştin hemû gelên Bakurê Sûriyê, lê heke ne ji tecrîda li ser rêber Apo bûya, dê gelek serkeftinên din jî bihatana bidestxistin, ji ber armanca fikrên Rêbertî ne tenê gelê Kurd temsîl dike, lê ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn derbasdar e." 

Mihemd Cemîl wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em hemû  xwe dîndarên felsefeya rêber Ocalan dibînin, her wiha em girêdana xwe bi xaka ve dibînin û em rêya demokratîk ji xwe re bingeh dibînin. Li ser vî esasî em ji têkoşîna Leyla Guven û Nasir Yagiz hêzê digirin, soza xwe nû dikin û em ê piştgiriya çalakiya çalakgeran bikin.”

Têkildarî mijarê yek ji endamên Komîteya Lihevanînê ya Girkê Legê Salih Ehmed wiha anî ziman: "Fikrên Ocalan ji rêxistinên ku xaka me wêran kirin re dibin pirsgirêk. Fikr û felsefeya Ocalan ku rê li pêşiya hemû gelên şoreşger vekir, serweriya dewletên dagirker tune kir."

Salih Ehmed di dewama axaftina xwe de got: "Fikrên Ocalan mêjiyê bi milyonan gel hişyar kir, bi taybet di dema şoreşa Rojava de, ji ber ku fikirê azad li xweşiya rêxistinên deshilatdar ku  dixwestin gel li Rojhilata Navîn bê vîn bimîne, nehat". 

Salih Ehmed di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em piştgiriya hemû berxwedan û çalakiyên ku armanc jê şikandina zindana Îmraliyê ye, dikin û nexasim berxwedana lehengî ya parlementer Leyla Guven û hevrêyên wê di zindanên Tirkiyê de.  Rêberê Gelê Kurd jiyana xwe hemû ji gelên bindest re feda kir, em ê ji bo azadiya rêber Apo li ber xwe bidin û banga azadiyê bikin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din