Şêniyên Girkê Legê sersaxî ji malbatên 5 şehîdan re xwestin

Bi hezaran şêniyên herêma Dêrikê û navçeyên wê ji malbatên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê re sersaxî xwestin.

Ji bo şehîdên Berxwedana Rûmetê Eyşe Abdullah (Agirî), Hacî Şîmişk (Agirî Adil), Seyfullah Dera (Zinar Kanîreş), Salih Azka (Cahid) û Mihemed Ehmed (Şevger Tolhiland) merasîmê sersaxiyê li ber navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a Girkê Legê hate lidarxistin.

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê û navçeya Girê Legê di merasîmê de beşdar bûn û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwestin.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtin destpê kir. Bi navê YPG, Kongreya Star û Meclisa navçeya Til Koçerê axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de bal hat kişandin ser rewşa herêmê tê de derbas dibe, lihevkirinên navdewletî yên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk. Hate gotin ku sîstema li herêmê hatiye rûniştandin, berhemên keda şehîdan e.

Kesên axivîn banga xwedîderketina li şehîdan û parastina destkeftiyên şoreşê kirin.

Merasîm bi dirûşmeyên "Şehîd namirin" û "Bijî berxwedana QSD‘ê" bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din