Şêniyên Girkê Legê û Til Koçer: Fesfora Tirkiyê me dikuje

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û Til Koçer 2 meşên ji hev cuda li dar xistin û êrîşên artêşa Trik a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, zarokan gotin "Fesfora Tirkiyê me dikuje."

Bi hezaran şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşek li dar xistin.

Meş ji Qada Şehîd Xebat li navenda navçeyê dest pê kir û di kolana giştî re geriya û dirûşmeyên şermezarkirina êrîşa Tirkiyê berz kirin û banga rawestandina êrîşan kirin.

Şêniyan pankartên bi navê "Em garantiya navneteweyî dixwazin da ku vegerin malên xwe, dewleta Tirk qirkirina etnîkî pêk tîne, na ji siyaseta talankirinê derheqê gelê me" hildan, her wiha zarokan wêneyên zarokên qûrbaniyên bombebaranê rakirin.

Her wiha zarokan pankartên biçûk ku li ser nivîsa "Kujer Erdogan","Qêrînên zarokan guhdar bikin","Fesfora Tirkiyê zarokên me dikujin" hildan.

Şênî li navenda navçeyê rawestiyan, paşê hevserokê Meclisa kantona Qamişlo Evram Ishaq wiha got: "Em tenê yên ku parastina xak û serdestiya Sûriyê dikin, me li şûna cîhanê şerê DAIŞ`ê kir, artêşên cîhanê li pêşiya DAIŞ`ê nesekinîn, tenê hêza me şerê DAIŞ`ê kir, em aştiyê ji hemû cîhanê re dixwazin, piştî ku me DAIŞ têk bir, êdî cîhan li gorî berjewendiyên xwe bi me re tev digere, em li gorî rêgezan tev digerin, me gelek canên giranbuha dan li ser axa xwe dan, hêza me ji gel e û ji tilîliyên dayîkan e."

Ishaq wiha domand: "Rûdanên di demên dawîn de ji gef û êrîşan pêk hatin, a rast ne tenê li ser gelê Kurd e, ew gef ji hemû pêhateyên gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ye, Tirkiyê her kesî dikuje û hemû herêman li gorî berjewendiyên xwe yên kesayetî dagir dike, em jî bi gelê xwe dê parastina xaka xwe bikin."

Paşê bi navê Kongreya Star, Hevseroka Desteya Darayî ya Herêma Cizîrê Remziyê Mihemed axivî û got ku herêm di pêvajoyeke hesas re derbas dibe, divê hemû gel ji hemû pêkhateyên Bakur  û Rojhilatê Sûriyê ked bidin. Remziyê îşaret bi berxwedana mezin a şervanên QSD`ê li Serêkaniyê û li hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina dagirkirina Tirkiyê û banga bilindkirina têkoşînê kir.

Til Koçer

Li navçeya Til Koçer bi hezaran şêniyan, nûnerên eşîrên Ereb û Kurd ên li navçeyê ji bo şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê meşiyan.

Meş li kolanên navçeyê geriya û dirûşmeyên yekbûna gelên herêmê li dijî dagirker berz kirin, her wiha pankartên li ser nivîsa "Na ji dagirkeriya Tirkiyê re" hildan.

Di meşê de gelek axaftin hatin kirin, di nav de Endama Koordînasyona Giştî ya Meclisa Jinên Sûriyê,  Endama Rêveberiyê Lîna Beraket û bi navê meclisa herêma Dêrikê hevserokê meclisê Mihemed Ebdullrehîm axivî.

Axaftvanan îşaret bi yekbûna gelên herêmê li dijî dagirkeriya Trikiyê ku jiyana hevbeş a gelên herêmê dike hedefa xwe, kirin.

Her wiha axaftvanan banga bilindkirina tekoşînê û berxwedanê li dijî dagirkeriya Tirkiyê kirin.

Meş bi dirûşmeyên şermezarkirina êrîşa Tirkiyê bidawî bû.

(jo)

ANHA


Mijarên Din