Şêniyên gundewarên Girê Spî: Jiyankirina bi topan re ne hêsan e

Ji ber êrişên dewleta Tirk a dagirker, şêniyên gundewarên Girê Spî rihetiyê nabînin. Gelek dayikên ducanî ji tirsa êrişan, zarokên xwe ku hîna çavên xwe li dinê venekirine ji dest didin. Jiyankirina bi topan re ne hêsan e, lê dema ku girêdana bi axê re kûr be wê demê tirs ji holê radibe û berxwedan derdikeve pêş. Şêniyên gund jî tekez dikin ku ew ê li ser axa xwe bin.

Gundê Edineyê yê li rojavayê Girê Spî ye û tenê 1 km dûrî nuqteyên çeteyên Tirkiyê ye. Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê gelek caran li ser gund pêk tên. Di êrişan de zerar bi malên sivîlan dibe. Li vê gund Kurd û Ereb bi hev re dijîn û bi çandiniyê û xwedîkirina ajalan dabara jiyana xwe dikin. Leşkerên Tirk patozên şêniyan dikin hedef, lewma şêniyên gund di çandiniyê de zehmetiyan dibînin. Heta zarok jî bi rehetî nikarin bi lêyîstokan bilîzin. Şêniyan berxwedan û helwesta xwe ya li dijî êrişan ji me re parve kir.

`EM DENGÊ TOPAN PAŞGUH DIKIN`

Şêniyê bi navê Hezar Şad anî ziman ku dewletên ku li dijî van êrişan bêdeng dimînin,  hevkarên dagirkeran in û wiha got: “ Em li ser erdê xwe dijîn. Piştî têkçûna çeteyên DAIŞ`ê, jiyana me di aramiyê de derbas dibû. Lê belê deweleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nahêlin em rihet bimînin. Tevî êrişan jî em ji gundê xwe derneketin û em dernakevin. Rojane êriş hene, em bi tirsê re dijîn. Bi zanebûn sivîlan dikin hedef da ku gund vala bikin û çeteyên xwe li vir bi cih bikin. Em dengê topan paşguh dikin. Dewleta Tirk qaşo dewleteke misliman e, lê di vê meha pîroz de êrişî me dike, ka mislimantiya wan? Mala min li Girê Spî ye, lê ez neçarî koçberiyê bûm û niha nikarim herim mala xwe. Li şûna şêniyên resen, çete hatine bicihkirin. Ev di kîjan zagonê de heye? Hewildanên wan ji bo dagirkirina herêmên nû jî heye.  Divê Misilman aşîtiyê pêk bînin, ne ku komkujiyan. Cîhan bi bêdengiya xwe nîşan dide ku ew hevkarê sûcên dewleta Tirk û çeteyê wê ye. Em tekez dikin ku em ji axa bav û kalên xwe dernakevin."

 ‘BÛN SEDEMA KUŞTINA ZAROKÊN KU HÎNA ÇAVÊN XWE LI DINÊ VENEKIRINE’

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê bûn sedema fetisandina zarokên ku hîna ji dayik nebûne.  Xecîce Mistefa diyar kir ku li gundê wan 3 dayikên ducanî ji ber êrişan zarokên wan di malzaroka wan de fetisîn û got: “Ji ber topbaranê,  3 dayikên ducanî zarokên xwe ji dest dan.  Çi sûcê van zarokên ku hîna çavên xwe venekirine heye? Bi van êrişan naxwazin ku Kurd mafên xwe bi dest bixin û taybetî şoreşa Rojava ku bi hezaran şehîd daye, dikin hedef.  Em li warê xwe ne û kes nikare me ji vir derxîne. Wê kiryarên Erdogna vala derkevin.  Em bi pêkhateyên din re bi aramî û kêfxweşî dijîn, lê belê em rastî êrişan tên. Tevî ku di navbera me û bakûrê Kurdistanê dîwar lêkirine jî, hîna jî êrişên xwe dewam dike. Di dema êrişan de em xwe di malên xwe de diparêzin, dibe ku di her kêliyê de topek li mala me bikeve. Lewma em bi tirsê re rû bi rû ne, em nizanin ka em ê sibê çavên xwe li dinê vekin an na? Dema dengê topan tê, zarokên me qîr dikin û ajalên me jî ditirsin. Em nizanin wê kengî xanî li ser serê me hilweşe. Em zarokên xwe li xaniyan belav dikin ku xaniyek hilweşiya, bila hemû ne tê de bin û hinek sax bimînin."

 ‘EM Ê LI SER AXA XWE RIH BIDIN’

Şemsê Elî jî da zanîn ku ew dagirkeriyê qebûl nakin û wiha  got: "Heke mirinek hebe, bila li ser axa me be. Ji ber êrişan em nikarin rakevin. Dema dengê topan disekine, bêhna me vedibe. Zarokên me heta nikarin bi lîstokan jî bilîzin. Em naxwazin zarokên me di nav şer de mezin bibin. "

ANHA


Mijarên Din