Şêniyên  gundên Koçerat salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir

Bi boneya salvegra 37’an a Pêngava 15'ê Tebaxê şêniyên herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê şahiyek li dar xist.

Şêniyên 31 gundên herêma Koçerat a girêdayî Dêrikê ya Qamişlo, rûspiyên eşîrên Kurd li gundê Bestasoê ( Besta Şehîdan) salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kir.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Adil Hisên bal kişand ser Pêngava 15’ê Tebaxê û wiha got: "Beriya destpêkirina têkoşîna şoreşgerî ya çekdarî piranî şêniyên Kurd girîngî nedidan doza xwe, azarên zulm û paşguhkirinê dikişandin. Ev pêvajo destpêkê bi damezrandina hêzeke leşkerî pêk hat. PKK’ê bi fermandariya têkoşer Mahsûm Korkmaz û hevrêyên wî di nava gel de têkoşiyan û armanca tevgerê eşkere kirin, dûvre hêza xwe ava kirin. Her tişt amade kirin û di 15’ê Tebaxê de guleya yekemîn li dijî artêşa Tirk a dagirker avêtin û du operasyon hatin destpêkirin û ew jî bi derbeyên biêş li dijî dijmin tacîdar bû."

Hisên da zanîn ku dema her du oparasyon hatin destpêkirin, bi hejmareke hindik ji gerîlayan du herêm hatin rizgarkirin. Îro jî piştî 37 salan hîna jî têkoşîn li çiyayên Kurdistanê li dijî artêşa Tirk a dagirker berdewam e.

Hisên got, ji bo parastina gelê Kurd PKK’ê hat damezrandin. Gelê Kurd jî hêviya xwe tê de dît û di oxira wê de bi rih û dil kar kir.

Piştî axaftin bi dawî bû, koma Şehîdên Qereçoxê hunerên xwe pêşkêş kirin.

Şêiyan govend gerandin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din