Şêniyên gundên li ser sînor: Em ê xaka xwe biparêzin

Şêniyên gundên li ser sînorê Sûriyê-Tirkiyê yên navçeya Girkê Legê gotin: “Artêşa Tirk a dagirker gundên ku şênî lê dimînin topbaran dikin. Em jî girêdana bi xaka ve nîşan didin û em ê xaka xwe biparêzin.”

Ji destpêka êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, gundên li ser sînorê bi Bakurê Kurdistanê ve, yên navçeya Girkê Legê re têne topbarankirin. Di rojên dawîn de gundê Banokiyê, Heyaka, Sermesex Foqanî û Tehtanî, Delavakera, Girkêxwezê û gundên Dêrna Axê yên navçeya Girkê Legê û Cilaxa hatin topbarankirin, ziyanên madî hene.

Beramberî êrîşên dagirkeriyê, şêniyên gundên li ser sînor ku komîteyên sivîl yên parastina gund ava kiribûn, girêdana bi xaka ve nîşan didin.

Di vê derbarê de nêrînên şêniyên hatin girtin.

Welatiyê bi navê Îbrahîm Telî û Kurdî Mihemd ku ji şêniyên gundê Sermesenex Tehtanî axivîn    û êrîşên artêşa Tirk a dagir ku ev 3 roj in gundên şênî lê dimînin topbaran dikin, piştrast kirin.

Her wiha isbata girêdana bi xaka xwe  ve kirin û gotin: “Em wekî şêniyên van gundan, em ê çekan hilgirin û heta kêliya dawîn parastina xaka xwe bikin.”

Welatiyên bi navên Abdulqadir û Hesen Ehmed ên ji gundê Heyaka ya navçeya Girkê Legê diyar kirin ku artêşa Tirk gundên wan topbaran dike.

Welatiyan gotin ku ew ê li gel QSD`ê şer bikin.

Şêniyên gund komîteyên parastina gundan ji êrîşên dagirkeran ava dikin.Komîte ji sivîlan pêk tên.

(eh)


Mijarên Din