Şêniyên gundên Minbicê hîna şêweya kelpîçan ji bo lêkirina avahiyan bi kar tînin

îna jî gelek malbatên li gundan û bi taybetî gundên nêzî çemê Firatê malên xwe bi kelpîçan lê dikin.

Tevî pêşketina şêwazên lêkirina avahiyan jî, hîna gelek malbatên li gundewarên Minbicê malên xwe bi kelpîçan lê dikin, ku di havînê de hênik û di zivistanê de jî germ in.

Kelpîç li ser gelek qonaxan tê çêkirin, ax bi kayê û avê re tê lihevxistin û baş tê strandin da ku hev bigire û di lêkirinê de ji hev nekeve. Piştî ku qalib amade dibe bi textekî çargoşeyî tê qutkirin û heta tijî dibe, bi heriyê tê dagirtin. Piştre hinek av li banê wê dikin da ku nerm û rast bibe. Piştre qalib radikin û herî hişk dibe û dibe çargoşeyî.

Herî ji 2 heta 3 rojan di bin rojê de tê hiştin da ku zuha bibe. Piştre ji bo lêkirinê amade dibe.

ANHA’yê çêkirina kelpîçan ji aliyê şêniyên gundê El-Şecera yê rojhilatê Minbicê ve şopand.

Elî Xelef El-Hemîdî diyar kir ku ew ji destpêka havînê anku destpêka meha Hezîranê heta nîvê payîzê, kelpîçan çêdikin, ji ber ku pêwîstiya wê bi pileyên bilind ên germahiyê heye da ku herî zuha bibe.

Çêkirina kelpîçan kedeke mezin dixwaze. Şênî axê kom dikin, avê tînin û wan madeyan bi kayê re li hev dixin. Piştre heriyê dikin qalib, ew qalib zuha dibin û ji lêkirinê re amade dibin.

El-Hemîdî dixwaze malekê ji 2 odeyan û muitbaxê ava bike. Ew dibêje: "Dê lêkirina malê 5 mehan dirêj bike û dê nêzî 3 milyon lîreyên Sûriyê lê biçin."

Her wiha diyar kir ku di demên dawîn de ji ber bilindbûna nirxê madeyên ku tên bikaranîn, lêçûneke zêde diçe û piştrast kir ku piraniya şêniyên gund malên axî dipejirînin ji ber ku ji rewşa hewayê re guncew e. Her wiha çandeke bav û kalan e.

Şêniyên gundan pir caran malên bi vê rengî lê dikin da ku wekî depoyan bi kar bînin. Malên kelpîçan li gelek deverên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav dibin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din