Şêniyên Hecînê: Em ji ber xebatên meclis û şaredariyê vegeriyan

Şêniyên bajarok Hecînê kêfxweşiya xwe ji ber vegera warê xwe anîn ziman û rola QSD`ê ya di rizgarkirina bajarokê wan silav kirin. Şêniyan gotin: “Me ji 7 salan ve ewlehiyek wiha nedîtibû. Em ji ber xebatên meclis û şaredariyê vegeriyan warê xwe.”

Roj bi roj jiyan hêdî hêdî vedigere taxên bajarokê Hecînê yê ku nû hatiye rizgarkirin. Li gorî serjimariya meclisê ya dawîn, di demekê de ku 4 meh derbas nekiriye bi rêjeya ji sedî 80 ji şêniyên bajarok vegeriyan e. Hîna kerwanên vegerê berdewam in. Di gera nûçegihanê me ya de di nav bajarok de şêniyên bajarokê ji ajansa me re axivîn. Şêniyan keyfxweşiya xwe ya ji bo vegera warê xwe anîn ziman. Her wiha hêvî kirin ku warê xizmetguzariyê li bajarokê baştir bibe.

Bajarokê Hecîn ji herêmên gundewarê Dêrazorê ye, xwedî xwazeyek xweşik û axek berhemdar e. Li gorî serjimariya Meclisa Gel a bajarokê Hecînê 70 hezar kes ku hemû ji êla El-Bû Herdan in niştecihên bajarokê ne.

Şêniyê bi navê Ehmed El-Iwêd got:  “Îro bi saya ewlehiya ku serwer bûye, piraniya şêniyan vegerîn malên xwe. Em ji ber xebatên meclis û şaredariyê vegeriyan.”

Şêniya bi navê Meram El-Salih got: "Piştî rizgarkirina bajarok ji çeteyên DAIŞ`ê ewlehî li herêmê serwer e. Em dikarin bi rehetî tevbigerin û heya derengiya şevê di nav sûkan de bin."

Şêniyê bi navê Mihemed El-Ehmed xwediyê dikana hesinkariyê li Hecînê got: "Îro vedigerim pîşeya xwe da ku qûta malbata xwe peyda bikim. Tevî şertên dijwar ku me derbas kirine, lê dîsa jî em bi serkeftina şervanên QSD`ê şandin.”

Şêniyên bajarok pesna xebatên ku Meclisa Gel û Şaredariya bajarokê Hecînê piştî rizgarkirinê kirine, dan û wiha gotin: “Em hewl didin bi saziyên xizmetguzariyê re hevkar bin da ku bajarokê xwe vegerînin wek berê.”

(şx/bm)

ANHA


Mijarên Din