Şêniyên Helebê: Armanca herêma ewle ya Tirkiyê parçekirina Sûriyê ye

Rûspî û şêniyên taxa Şêxmeqsûdê diyar kir ku hewldana Tirkiyê ya avakirina "herêma ewle" li xaka Sûriyê, projeyeke xeternak û mêtingerî ye û tekez kir ku parastina welat bi hevgirtin û hevkariyê pêk tê da ku planên derve bi bin bikevin.

Gelê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û her du rêveberiyên siyasî û leşkerî avakirina "herêma ewle" di bin kontrola Tirkiyê de red kir.

Di vê çarçoveyê de şêniyê bi navê Elî Zêdî projeya Tirkiyê ya bi armanca parçekirina Sûriyê, red kir. Zêdî daxwaz ji Neteweyên Yekbûyî (NY) kir ku sînoran piştî derxistina Tirkiyê û çeteyên wê ji xaka wan, biparêzin.

Zêdî wiha domand: "Em ê li hember planên mêtingeriya Tirkiyê bi destên ji hesin bisekinin."

Di dawiya axaftina xwe de Elî Zêdî tekez kir ku gel dikare li hember planên mêtingeriya Tirkiyê bisekine û birûxîne û wiha da zanîn: "Gelê me berdewama van projeyên mêtinger napejirîne. Armanca wan jî derbkirina projeya demokratîk a li Sûriyê ye."

Li aliyekî din jî Henîf Îbrahîm di vê derbarê de got: "Projeya Tirkiyê ya avakirina herêmeke ewle xîtabeke derewîn e, ji ber ku herêmên di bin serweriya Tirkiyê de azarên derbeya ewlehiyê dikişînin û rojane kiryar û metirsî li ser jiyana sivîlan hene. Herêma Efrîn nimûneya vê pişterast dike."

Îbrahîm îşaret pê kir ku hewldana Tirkiyê ya avakirina herêmeke ewle li Sûriyê ew e ku plana berdêl a destpêkirina pêkanîna planên mêtingerî bi rêya destavêtina li herêmê ye.

 ‘Divê NY Tirkiyê muhasebe bike’

Şêniyê bi navê Xelîl Neisan bi duristbûna NY’yê bi guman e û wiha got: "Ku NY di mîsaqên xwe yên têkildarî mafên gelan de, di rêveberirina çarenûsê de durist e, divê dawxaza Tirkiyê red bike û xebatan li ser vegerandina xaka Efrînê û herêmên Sûriyê bike.”

(fr)

ANHA


Mijarên Din