​​​​​​​Şêniyên Heleb: Çalakiyên me heta rizgarkirina rêbertî berdewam in

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiye tecrîda girankirî a li ser rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û piştrast kir ku dewleta Tirk siyaseta ji hev bixe bi serkeve, dimeşîne, lê pêkhateyên Rojava dê şopdarên rêgeza rêber Abdullah Ocalan bin. Her wiha şêniyan bang li rêxistinên têkildar kirin ku bi lez mudexele bikin da ku tecrîdê bi dawî bikin.

Zêdetirî 21 sal li ser komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan ku di encamê de dîl hate girtin, derbas bûye. Ji wê demê ve dewleta Tirk tecrîdeke giran lê ferz dike. Di hewldanekê de ji bo têkbirina fikrê azad ê ku banga biratiya gelan û jiyana hevbeş dike.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên bajarê Helebê, tecrîd şermezar kir û bang li saziyên navneteweyî yên têkildar kir ku berpirsyariyên xwe bînin cih û tecrîdê bi dawî bikin.

Şêniyê bi navê Mihemed Hebeş, behsa komploya navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir û destnîşan kir ku dewletên komploger ji komployê xwestin gel ji fikrê wî yê azad ê ku banga azadiya tevahiya gelên bindest dike, dûr bixin. Hebeş wiha domand: “21 sal in ku rêber Abdullah Ocalan di girtîgehên dewleta Tirk de di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ruxmî ku bi milyonan kes banga azadiya rêbertî dikin, lê rêxistinên navneteweyî yan jî hiqûqî mudexele nakin.”

Şêniya bi navê Emîne Reşîd got: “Kesayeta rêbertî ya pêşeng û fikrê wî yê azad, hişt ku dewleta Tirk wî dîl bigire û hevdîtinên malbatê û parêzeran lê qedexe bike. Lê ew nizane ku Serok fikrê xwe yê azad ê ku banga demokratîk û biratiya gelan dike, li herêmê çandiye. Tevahiya pêkhateyên Rojava dê her tim şopdarên rêgeza wî bin.”

Emîne da zanîn ku dewleta Tirk ji ber ku dizane ku rêber Abdullah Ocalan kilîta çareseriya aloziya Sûriyê ye, tecrîdê lê ferz dike. Her wiha armanc dike siyaseta ji hev bixe bi serkeve bimeşîne.

Emîne di dawiya gotinên xwe de piştrast kir ku daxwaz û çalakiyên wan ji bo rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan ji girtîgeha Îmraliyê berdewam in.

Têkildarî heman mijarê şêniyê bi navê Hisên Himbaşo destnîşan kir ku ji bo didawîkirina tecrîdê û rizgarkirina axa Kurdistanê ji dagirkeran, divê yekitî pêk were.

Hembaşo wiha pê de çû: “Dijminên Kurdan hewl didin fîtneyê di navbera Kurdan û pêkhateyên herêmê de derbixin da ku projeya neteweya demokratîk têk bibin. Ji bo rizgarkirina rêber Abdullah Ocalan em amade ne her fedakarîyê pêşkêş bikin.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din