Şêniyên Helebê: Dagirkerî dixwaze dike projeya biratiya gelan têk bibe

Şêniyên bajarê Helebê destnîşan kirin ku armanca êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê projeya biratiya gelan û jiyana hevpar têk bibe. Her wiha bang li rêxistinên têkildar kirin ku sûcdarên komkujiyên li ser gelê herêmê ceza bikin

Nerazîbûnên li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde dibin. Di encama wan êrişan de gelek komkujî li dijî sivîlan pêk hatin. Derbarê mijarê de şêniyên taxa Şêxmeqûsd û Eşrefiye yên bajarê Helebê nêrînên xwe vegotin.

Jina bi navê Sewsen Elî êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û got: "Artêşa Tirk a dagirker bi çekên qedexekirî li gel bêdengiya navdewletî ya şermûk li dijî sivîl û zarokan komkujî pêk tîne. Artêşa Tirk a dagirker îdia dike ku sînorên xwe diparêze. Lê ew axa dewletên cîran dagir dike û bi rêya komkujiyên li dijî sivîlan hewl dide projeya biratiya gelan û jiyana hevpar bike hedef."

Di dawiyê de Sewsen bang li dewletên cîhanê kir ku mudexele bikin û artêşa Tirk a dagirker ji tevahiya axa Sûriyê derxînin.

Şêniyê ji pêkhateya Ereb ê bi navê Mihemed Mistefa behsa êrişên artêşa Tirk a dagirker li ser axa Sûriyê kir û got: "Li Sûriyê em mîna bira bi hev re dijîn. Cudahî di navnbera Ereb  û Kurd de tune ye. Lê Tirkiyê axa me dagir kir û hewl da fîtne û tevliheviyê di navbera pêkhateyên wê de belav bike."

Mihemed bang li rêxistinên mirovî kir ku êrişên Tirkiyê li ser axa Sûriyê bi dawî bikin.

Jina bi navê Xifran Cabir a ji pêkhateya Ereb dîroka xwîndar a artêşa Tirk a dagirker û komkujiyên li ser Kurdan pêk anîne bi bîr xist û got: “Dewleta Tirk dixwaze Kurdan qir bike.”  

Xifran destnîşan kir ku Tirkiye armanc dike herêmê kontrol bike û axa Sûriyê mîna Lîwa Skenderon tev li axa Tirkiyê bike. Xifran wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker armanc dike pêkhateyên herêmê ji hev cuda bike. Lê em ê bi hevgirtina xwe bi yekrêzî li hember wan êrişan bisekinin û em ê wan siyasetan bişkînin."

Derbarê sûcên Tirkiyê yên ku dem demê li herêmên Şehbayê pêk tîne Xifran got: "Şêniyên Efrînê di encama êriş û komkujiyên Tirkiyê de neçar man ji warên xwe ber bi Şehbayê ve derkevin. Lê dîsa jî ji binpêkirinên dagirkeriyê nefilitîn. Di komkujiya Til Rifetê yên dawîn de 10 sivîl piraniya wan zarok, şehîd bûn û 12 sivîlên din jî birîndar bûn. Em bang li rêxistinên têkildarî mafên mirovan dikin ku sûcdarên wan komkujiyan muhesebe bikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din