Şêniyên Helebê di salvegera 15`ê Tebaxê de serdana goristana şehîdan kirin

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê Pêngava 15`ê Tebaxê pîroz kirin û serdana gorên şehîdan kirin.

Di salvegera 36`emîn a Pêngava 15`ê Tebaxê de, bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi karwanekî erebeyan serdana goristana Şehîdan a taxa Şiqeyêf kirin.

Karwanê erebeyan ji pêşiya Akademiya Civaka Demokratîk a taxa Eşrefiyê dest pê kir û di nava dirûşmeyên silavkirina berxwedana fermandar Egîd û şehîdan de li kolanên Eşrefiyê û kolanên rojhilat û rojavayê taxa Şêxmeqsûd geriyan.

Piştre şêniyan berê xwe da goristana Şehîdan a li taxa Şiqeyêf. Li wir deqeyeke rêz hate girtin. Şêniyan soza şopandina rêya fermandar Masûm Korkmaz (Egîd) û hemû şehîdên azadiyê dan.

(cx)

ANHA


Mijarên Din