Şêniyên Helebê: Gel serî ji tu hêzekê re ku azadiya wî jê destine natewîne

Şêniyên Şêxmeqsûd diyar kirin ku pêvajoya heyî pêwîst dike hemû kom bibin ji bo ku dagirkerî bişkînin û wî dest vala vegerînin û gotin: "Gel wê serî li hember her hêzekê  ku hewl dide azadiya wî jê bistîne netewîne."

Di nav çalakiya şermezarkirina êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bertekên şermzarker de şêniyên taxa Şêxmeqûsd a bajarê Helebê daxuaynî dan raya giştî.

Endamê Komîteya Têkiliyan a Meclisa Sûriye Demokratîk Bedran Hemo li ber konê piştgiriyê ya ku li Qada 19 Şehîdan li beşa rojavayê taxê hatiye vedan xwend. Bi dehan şêniyên taxê beşdarî xwendina çalakiyê bûn.

Di daxuyaniyê de berxwedana bêhempa ya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate silavkirin a ku tevahiya dewletên mêtînger di serî de dewleta Tirk a faşîst matmayî hîşt.

Di daxuyaniyê de bang li tevahiya gelên cîhanê hate kirin ku serî hildin û banga muhesebekirina dijminên mirovahiyê di serî de Erdogan bikin, Erdogan bû sedema kuştina bi hezaran sivîl ji gelê Sûriyê.

Di berdewama daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku di pêvajoya heyî de pêwîst hemû kom bibin da ku dagirkeriyê bişkînin û wî dest vala vegerînin. Ji bo ku bi zanibe ku gelê Sûriyê  piştî 8 salan ji şer bi hêsanî ji tu hêzekê re ku hewl dide azadiya wî jê bistîne natewîne.

Piştî bidawîbûna xwendina daxuyaniyê şêniyan berê xwe dan konê piştgriyê. Di bin konê piştgiriyê de endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Raperîn Dêrik axivî û destnîşan kir ku mezinkirina têkoşînê rêya şehîdan e .

Raperîn diyar kir ku serkeftin misoger e ji ber ku gel bê teredud bi ciwanên xwe yên şervan û parêzvan bawer e. Ew ne li benda tu kesî ye ji bo ku alîkariyê bixwaze.

Çalakiya konê piştgiriyê wê bi serdana şandeyan ji gel bi giştî, malbatên şehîdan tevî pêşendana senevizyonek ku sûcên dagirkeriya Tirk li herêmê eşkere dikin bidome.

Li gorî desteya orgenîzeker çalakî wê hefteyekê bidome.

(şx)

ANHA


Mijarên Din