Şêniyên Helebê li dijî komkujiya dagirkeran daketin qadan

Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê li dijî bêdengiya navdewletî li hember komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li Sûriyê daketin qadan.

 Bi hezaran şêniyên bajarê Helebê daketin qadan û komkujiyên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê tevî berdewamkirina bêdengiya navdewletî li hember binpêkirinên li dijî gelê Sûriyê şermezar kirin.

Şêniyan ji beşa taxa Şêxmeqsûd a Rojava ve dest bi meşê kirin û di nav kolanên taxê de meşiyan. Meş li nêzî Qada Şehîd Destîna ya li beşa Rojhilatê taxê rawestî û veguherî mitîngê.

Şêniyan wêneyên qurbaniyên komkujiyên artêşa Tirk a dagirker ji jin û zarokan tevî pankertên ku bêdengiya navdewletî şermezar dikin hildan.

Mitîng bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Piştre endama rêveber a Tevgera Civaka Demokratîk Sûad Hesen û berpirsê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê şaxê Helebê Mihemed Hecî axivîn.

Axaftvanan destnîşan kirin ku di vê pêvajoyê de mezinkirina asta têkoşênê gihandina dengê gelan ji qadên navdewletî re pêwîst dike. ji bo benda deng bişkînin, komkujiyên artêşa Tirk a dagirker şermezar bikin û wê bixin nav lîsteya sûcên şer.

Axaftvanan banga hevgirtin û yekrêziyê li hember dagirkeriye Tirk li tevahiya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.

Meş bi berzkirina dirûşmeyên silavkirian berxwedana gelan û muhesebekirina sûcdarên komkujiya Til Rifetê bi dawî bû.

(şx)

ANHA


Mijarên Din