Şêniyên Helebê: Îrade û berxwedana gelê me dê bi ser bikeve

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê tekez kir ku ew destek û piştgiriyê didin berxwedana şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gotin berxwedana wan dê li dijî dagirkeran bi ser bikeve.

Îro bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê berê xwe da konê piştgiriya berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar bikin. Konê piştgiriyê li aliyê rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê hatiye vedan.

Di bin konê çalakiyê de wêneyên şehîdan, wêneyên rêber Abdullah Ocalan û pankartên "Parastina xak û rûmeta xwe bikin, dagirkeriyê û DAIŞ`ê têk bibin", "Em ji taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê piştgiriyê didin berxwedana Bakur û Rojhilatê Sûriyê" hatin daliqandin.

Di bin konê çalakiyê de endama Kongreya Star Sîham Bîlal û endamê HPC`ê Cemal Şêx Mihemed axivîn û êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin.

Di axaftinan de hate gotin ku dewleta Tirk a dagirker di êrîşên xwe de sivîlan dike hedef da ku wan koçber bike û herêmên wan dagir bike û tekez kir ku berxwedana şêniyan dê li hember plan û siyasetên dewleta Tirk bi ser bikeve.

Di bin konê çalakiyê de şêniyên taxa Şêxmeqsûd der barê êrîşên artêşa Tirk a dagirker de ji ajansa me re axivîn. Welatiya bi navê Îlham Hesûn diyar kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi êrîşên xwe tu carî nikarin îradeya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişikîne û wiha anî ziman: "Bila her kes zanibe ku îradeya gelên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ber xwe didin, ji çek û balafirên wan xurttir in û dê heta serkeftinê li ber xwe bidin."

Di dawiyê de Îlham Hesûn bang li dewletên cîhanê kir ku li hember êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bisekinin û bang li rêxistinên navdewletî kir ku erka xwe ya mirovî pêk bîne û nehêle Tirkiyê komkujiyan li dijî şêniyan pêk bîne.

(bx)

ANHA


Mijarên Din