​​​​​​​Şêniyên Helebê şehîdên xwe bi bîr anîn

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd  û Eşrefiye yên bajarê Helebê vê êvarê mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye vê êvarê bi boneya 18`ê Gulanê Cejna Şehîdan berê xwe dan goristanên şehîdan. Piştî deqeya rêzgirtin mûm li ser gorên şehîdan vêxistin.

Her sal di mîna vê rojê de gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê û herêmên din şehîdan bibîr tînin û mûm li ser gorên wan vêdixin.

Di dawiyê de şêniyan sloganên silavkirina şehîdan berz kirin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din