Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Mihemed Hisên xwestin

Bi sedan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Mihemed Hisên bûn. Merasîma sersaxiyê li ber mala şehîd li beşa Rojavayê taxa Şêxmeqsûd a Helebê lidar ket.

Di bin konê sersaxiyê de merasîm bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. piştre gelek axaftin bi navên Hêzên Ewlekariya Hundirîn Heyfa Qert, Hêzên Parastina Civak Mihemed Îbiş, Kongreya Star Zêneb Elî, Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Silêman û Meclisa Taxa Eşrefiye Selah Ehmed hatin kirin. Axaftivanan sersaxî ji malbata şehîd re xwestin.

Axaftvanan di salvegera duyemîn a êrişên artêşa Tirk a dagirker de li ser Efrînê rola şehîdan li hember êrişan silav kirin û teqez kirin ku Berxwedana Serdemê berdewam e. Wê bi giyana şehîdan û vîna şervanên şopdarên rêya wan bi ser keve.

Kurê şehîd Şoreş Hisên axivî û spasiya beşdaran kir. Her wiha soza şopandina rêya bavê xwe ji bo parastina ax, gel û destkeftiyên şehîdan da.

(şx)

ANHA


Mijarên Din