Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata Şikrî Xalid re xwest

Bi dehan şêniyên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata têkoşer Şikrî Xalid Umer re xwest. Şikrî Xalid Umer endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bû û di 14`ê Mijdara 2014`an de di zindana rejîma Sûriyê de şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan konê sersaxiyê li pêşiya mala têkoşer Şikrî Xalid Umer a li rojavayê taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê vegirt.

Bi dehan şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, endamên saziyên sivîl û leşkerî, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Kongerya Star û Tevgera Ciwanên Şoreşer ên Sûriyê ber bi konê sersaxiyê ve herikîn.

Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşeran ên ku di Berxwedana Serdemê de şehîd bûbûn, hate xemilandin.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê hevserokê Komîngeha Şehîd Gelhat, endamê Komîna Şehîd Gelhat Mihemd Alî Heyder, hevserokê Komîngeha Taxa Eşerfiyê Loqman Mistefa û endamê Şaredariya Gel ê Helebê Enwer Mihemd axivîn.

Axêveran şehadeta têkoşer Şikrî Xalid ku di zindanên rejîma Sûriyê de li ber xwe da, li hemû gelê Kurd û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir.

Her wiha axêveran bal kişand ser destkeftiyên QSD`ê yên bi saya şehîdan hatine bidestxistin û  îşaret bi girîngiya şopandina rêya şehîdan kir.

Di dawiyê de axêveran soza şopandina rêya şehîdan û fikrên Ocalan heta pêkanîna hemû armanc û azadiyê da. Merasîm bi sloganên “Bijî berxwedana zindan û şehîdan” bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din