Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata Vejîn Zagros re xwest

Axêveran di merasîma têkoşer Vejîn Zagros de îşaret bi yekrêziya li dijî gefên Tirkiyê yên li ser herêmê kir.

Bi sedan şêniyên Helebê sersaxî ji malbata têkoşer Xedîce Bekir (Vejîn Zagros) re xwest ku dema ku li navçeya Şedadê bi erka xwe radibû, di 5      `ê Tebaxê de şehîd bûbû.

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd Vejîn Zagros a li rojavayê taxa Şêxmeqsûdê vegirt.

Merasîm bi beşdariya şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê, endamên saziyên sivîl, YPG, YPJ û Hêzên Ewlehiya Hundirîn pêk hat.

Konê sersaxiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên ku di berxwedana taxa Şêxmeqsûd û berxwedana Efrînê de şehîd bûbûn, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, YPG û YPJ’ê hate xemilandin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê gelek kes axivîn. Li ser navê rêveberiya Komîna Xeta Şehîd Kula Selmo, Welîta Silêman, li ser navê Komîna Taxa Şehîd Şîlan a aliyê rojhilat Siltanê Mihemd, li ser navê Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Bêrîvan Henano, birayê şehîd Vejîn Zagros Mihemed Bekir û rêveberê hêzên Asayîşê şaxê Helebê Raniya Hesen axivîn.

Axêveran destnîşan kir ku şehîdan bingeha biratiya gelan û jiyana hevbeş a hemû pêkhateyan ava kir, di heman demê de bi hezaran ji zilm û bindestiyê rizgar kirin.

Paşê nasnameya şehîd ji aliyê keçmama şehîd Vejîn, Mêrvet Bekir ve hate xwendin. Merasîm bi sloganên "Bijî rêberê gelê Kurd” û “Şehîd namirin" bi dawî bû.

(eh)

ANHA


Mijarên Din