Şêniyên herêmê daxwazên xwe pêşkêşî komîseriya NY`yî ya li Qamişlo kirin

Pêkhateyên kantona Qamişlo nameyek radestî Komîseriya NY`yî ya Karûbarên Penaberan a li Qamişlo kirin û tê de gelek daxwaz û di serî de bersivdayîna dagirkeriya Tirk û rawestandina gefan, hatin pêşkêşkirin.

Bi dirûşmeya “faşîzma Tirk gefê li ewlehiya cîhanê dixwe, em li dijî terorê bisekinin” bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo xwepêşandaneke girseyî li dar xistin û gefên dewleta Tirk li ser Şengal û Dêrikê şermezar kirin.

Xwepêşandan ji Kolana Mûnîr Hebîb destpê kir û li pêşiya Komîseriya NY`yî ya Karûbarên Penaberan rawestiye.

Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Em ê berxwedanê bilind bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin, em xwediyên vê xakê ne, Erdogan dagirker e û divê werê darizandin, dem dema yekitiya nîştimanî ye, QSD îradeya me ye” û alên QSD`ê, rakirin.

Li pêşiya avahiya Komîseriya NY`yî ya li taxa Siyahî xwepêşandan rawestiya. Endama Kongreya Star Xaliye Necar axivî û gefên dewleta Tirk ji herêmên Rojava re û komkujiya 22`ê Çileyê li dijî sivîlên Til Rifetê pêk hatiye, şermezar kir.

Xaliye Necar tekez kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dê li hemberî dagirkeran teslîm nebin û dê delweta Tirk nikaribe vîna wan bişikîne.

Xaliye her wiha bêdengiya navneteweyî li hemberî komkujiyên li dijî gelê Kurd şermezar kir û bang li rêxistinên navneteweyî û hiqûqî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin.

Piştre, bi navê xwepêşandêran 4 kesan nameyek girêdayî daxwazên şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê radestî nivîsgeha NY`yî kirin. Tê de hate xwestin ku bersivdayîn dijminahiya dagirkeriya Tirk bê dayîn û gefên wê bên rawestandin, her wiha ji bo darizandina terorîstan dadgeheke navneteweyî bê avakirin, alîkariyên mirovî ji şêniyên herêmê re bên dayîn û piştgiriya Rêveberiya Xweser bê kirin.

Nûnerên xwepêşandêran diyar kirin ku nûnerên NY`yî li bajarê Qamişlo tekez kirin ku dê daxwazên şêniyan bigihînin nûnertiya NY`yî li Şamê û ji wê derê bigihînin Washingtonê.

TIL BIRAK

Bi dehan şêniyên navçeya Til Birakê ya girêdayî kantona Qamişlo jî bi xwepêşandanekê gefên dewleta Tirk li ser Dêrik û Şengalê, şermezar kirin.

Xwepêşandan ji pêşiya çerxerêya firinê ya li navarasta navçeyê destpê kir û li nêzî çerxerêya Şehîdan rawestiya. Xwepêşandêran pankertên bi nivîsên “Na ji dagirkeriya Tirk re, Na ji guhertina demografiya Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî re” rakirin.

Her wiha alên QSD, Kongreya Star û PYD`ê rakirin û dirûşmên piştgiriya bi QSD`ê re û şermezarkirina dagirkeriyê berz kirin.

Li nêzî çerxerêya Şehîdan, hevserokê Meclisa Navçeya Til Birakê Ebdulselam El-Hesanî axivî û diyar kir ku gefên dewleta Tirk ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re û topbarana herêmên din, nîşan dide ku ew dixwaze hemû xaka herêmê dagir bike û got: “Ji ber wê em dibêjin êdî beşe ji dagirkeriyê re.”

Her wiha Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Weid El-Xelûf êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk hemû urf û rêgezên navneteweyî derbas kir û bi hedefgirtina sivîlan dixwaze civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê qir bike.”

Weid bang li ciwanan kir ku li hemberî dijminahî û zêdegaviyên dewleta Tirk piştgiriya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bikin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din