Şêniyên herêma Cizîrê: QSD'ê hêza rewa ya tekane li herêmê ye

Bi hezaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştgiriya xwe ji QSD'ê re nîşan dan û gotin, QSD'ê hêza rewa ya tekane li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Li gelek navendên herêma Cizîrê ji bo piştgiriya bi Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) meş hatin lidarxistin.

HESEKÊ

Kongreya Star a kantona Hesekê bi diruşmeya "QSD'ê rêveberiya me ye" meşek ji bo piştgiriya berxwedana QSD'ê li dar xist. Bi sedan şêniyên bajarê Hesekê bi hildana alên QSD û YPJ ji ber pira Mifît dest bi meşê kirin.

Meş di nava kolanên sere yên taxa Miftî dewam kir û li ber navenda Çand û Hunerê ya Xabûr veguherî mîtîngê.

Mîtîng bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Koordînasyona Kongreya Star a Rojava Muna Yûsif û endamê rêveber ê Buroya Têkiliyan a QSD'ê ya li Hesekê Remedan Badînî axivîn.

Di axaftinan de berxwedana QSD û YPJ'ê hatin silavkirin û hate gotin ku van hêzan ji bo parastin gelên herêmê û destkeftiyên şoreşê berdêlên giran dan.

Her wiha hate destnîşankirin ku şênî li hemberî êrişan wê piştgiriya bidin QSD'ê.

Mîtîng bi berzkirin diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD û YPJ'ê bi dawî bû.

DIRBÊSIYÊ

Bi heman armancê bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê yên kantona Hesekê bi meşekê piştgiriya xwe ji QSD û YPJ'ê re nîşan da.

Şêniyan bi pankartên "Na ji dagirkerî û qirkirniê ye, bi hev re em jin û jiyan biparêzin", alên YPG, YPJ û QSD'ê û berzkirina diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê ji ber têketina navçeyê dest bi meşê kir.

Meş li pêşiya navenda Kongreya Star rawestiya. Endama rêveber a Kongreya Star Zeyneb Murad axivî û got: "QSD'ê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav xwe de digire, hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê parastin û gelek şehîd dan."

Zeyneb bal kişand ku şoreşa Rojava bi şoreşa jin tê naskirin, jinan di her qadan de xwe îsbat kirin, YPJ'ê hêza parastina jinan e û jinên cîhanê ji zulmê diparêzin.

Her wiha diyar kir ku QSD' hêza tekane ye ku şerê DAIŞ'ê têk bir û bi ser ket û got: "QSD'ê hêza me ya tekane ye ku nûnertiya me dike."

Mîtîng bi diruşmeyên silavkirina berxwedana QSD'ê bi dawî bû.

ANHA


Mijarên Din