Şêniyên herêma Dirbêsiyê warê xwe bernadin

Artêşa Tirk a dagirker hewl dide tevlihevî û neîstiqrarê di nava şêniyên gundên sînorî yên girêdayî navçeya Dirbêsiyê de, belav bike û rê nade cotkaran ku di erdên xwe yên çandiniyê yên nêzî sînor de, kar bikin. Şênî tekez dikin ku dê heta rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî, li ber xwe bidin.

Piştî belavbûna nûçeyên ku behsa êrişeke nû ya Tirkiyê li dijî herêmê dikin, şêniyên gundên navçeya Dirbêsiyê yên nêzî sînorên Tirkiyê-Sûriyê di rewşeke neîstiqrarê de dijîn.  Ew nûçe ji aliyê îstixbarata Tirkiyê û çapemeniya ser bi hikumeta Şamê ve, hatin belavkirin.

Di 9`ê Cotmeha 2019`an de artêşa Tirk a dagirker êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir, gelek gund dan ber topan û gelek sivîl şehîd bûn.

Li navçeya Dirbêsiyê nêzî 390 gund hene ji wan 11 gund li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê dikevin. Yek ji wan gundan gundê Bîr Kenîs e ku 19 km dûrî navenda navçeya Dirbêsiyê ye. Şêniyên gund ji ber artêşa Tirk a dagirker di metisiyê de dijîn.

Şêniyekî gundê Bîr Kenîs Şêx Dawûd Hesen wiha got: "Gundê me li ser sînorên Tirkiyê-Sûriyê ye. Dagirkeriya Tirk nahêle ku em erdên xwe biçînin û berhemên xwe kom biçinin an jî di erdên xwe de kar bikin. Balafirên keşfê bi şev ranawestin. Tirkiyr bi vê yekê dixwaze em ji gundên xwe koçber bibin."

Hesen welat û xakê bi şerefê bi nav kir û got: "Ji ber wê em ê dev ji xaka xwe bernedin. Em gelekî berxwedêr in, ji beriya bi dehan salan ve em li ber xwe didin da ku em çand, folklor û zimanê xwe biparêzin. Em ê xaka xwe bi hêsanî ji dagirkeriya Tirkiyê re nehêlin, heke êrişî herêmên me bike em ê li ber xwe bidin."

Şêniyê bi navê Taha Oskan jî wiha got: "Ev gundê me ye û xaka me ye. Xak bav û kalên me ye, heta roja dawî ya jiyana me em ê li ser vê axê bijîn."

Oskan îşaret bi helwesta dewletan li hemberî binpêkirinên Tirkiyê li dijî gelê Kurd kir û wiha domand: "Gelo em terorîst in wekî ku Erdogan dibêje? Ez niha li pêş mala xwe ya li gundê Bîr Kenîs ya li ser sînorê Tirkiyê me, ez nikarim biçim nava erdên li ser sînor, ji ber ku ew cotkaran hedef digirin."

Oskan destnîşan kir ku ew gelekî aştîxwaz in û şer naxwazin û got: "Dagirkeriya Tirk xwedî panzêr û çekên NATO`yê ye, lê belê îradeya me xurttir e. Ji lewra, em her tim bi ser dikevin. Em ê hemû herêmên dagirkirî vegerînin."

Navçeya Dirbêsiyê bi çandiniyê tê nasîn û piraniya şêniyên wê debara xwe bi çandiniyê dikin. Şêniyên gundê Bîr Kenîs jî bi çandiniya genim, ceh û hwd debara xwe dikin. Lê belê ji ber hedefgirtina artêşa Tirk a dagirker, cotkar nikarin biçin nava erdên xwe.

Şêniya bi navê Nora Simo jî dibêje: "Dewleta Tirk rojane me hedef digire, guleyan ber bi gund ve direşîne da ku me bitirsîne. Em armanca Tirkiyê baş dizanin, ew dixwaze me bide koçberkirin û malên me vala bike. Em malên xwe naterikînin, em ê li dijî dewleta dagirker bisekinin."

(cx)

ANHA


Mijarên Din