Şêniyên Hesekê bang kirin ku tedbîrên li hember Koronayê werin pêkanîn

Şêniyên bajarê Hesekê bang li şêniyên ku li gorî tedbîrên xweparastina ji Koronvîrusê tev nagerin kir ku mijarê bi cidî bigirin û li gorî wan tev bigerin.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, nexasim li herêma Cizîrê hejmara kesên bi vîrusê ketine zêde bûne. Yek ji sedemên sereke ya belavbûna Koronayê ew e ku şênî li gorî tedbîran tev nagerin û bi çavekî biçûk li nexweşiyê dinerin. Şêniyên herêmê li gorî tedbîrên qedexeya derketina derve ya ku komîteya şaneya aloziyê girtine, tevnagerin.

BI XEMSARÎ Û NEZANÎ, BI ÇAVEKÎ BIÇÛK LI NEXWEŞIYÊ DINÊRIN

Şêniyê bi navê Xalid Himêdî Ebid diyar kir ku şênî bi çavekî biçûk li Koronavîrusê dinêrin, li gorî  tedbîran tev nagerin û piraniya wan mask û lepikan li xwe nakin.

‘DIVÊ ŞÊNÎ JI HEV DÛR BIN’

Xalid Himêdî Ebid bang li şêniyan kir û got: “Hişyar bin, li gorî tedbîran tev bigerin û pêşî li belavbûna vîrusa Korona bigirin. Pabendiyê bi pîvanên Desteya Tenduristiyê ya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê diyar kirine bikin û tenduristiya zarokên xwe biparêzin.”

Şêniyê binavê Xeldûn Salih jî axivî û got: “Divê şênî li gorî tedbîrên Şaneya Aloziyê tev bigerin. Li dikanan, bazar, firnan û dermanxaneyan pîvanên jihevdûrbûnê pêk bînin. Her çiqasî nirxê mask û lepikan bûha be jî, lê divê şênî li xwe bikin û li dermanxaneyan peyda dibin. Desteya Tenduristiyê û nuqteyên tibî yên li bajêr domdar mask û lepikan bê pere li şêniyan belav dikin.”

Şêniyê bi navê Zinar Mihemed got: “Dema şênî ji malên xwe derkevin divê mask û lepikan li xwe bikin, bi vê yekê parastina xwe û zarokên xwe dikin. Lê heke pabendiyê bi vê yekê nekin ew ê virus berbelav bibe.”

LI BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYÊ 86 KES BI VÎRÛSÊ KETINE, JI WAN 4 KESAN JIYANA XWE JI DEST DANE

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa ragihand ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî 86 kes bi Koronavîrusê ketine, ji wan 4 kesan jiyana xwe ji dest dane.

(eh)

ANHA


Mijarên Din