Şêniyên Hesekê bang li partiyan kir: Li hember gefên dewleta Tirk yekitiya xwe ava bikin

Şêniyên bajarê Hesekê diyar kir ku armanc ji gefên nû yên dewleta Tirk ên li ser Dêrik û Şengalê dagirkirina herêmê û guhertina demografiya wê ye. Şêniyan bang li partiyên kurdî kir ku li hember hemû gefan yekitiya xwe ava bikin.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên bi navê "Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê" hewl didin herêmên dagirkirî bi rêya êrişên nû li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, ji wan bajarê Dêrikê û Şengal a Başûrê Kurdistanê, berfireh bikin.

Di 23`yê Çileyê de li gorî hin çavkaniyan ji ajansa me re ragihand ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide êrişî bajarê Dêrikê û Şengalê bike.

Girêdayî mijarê welatiya bi navê Fatma Elî ku ji taxa Salihiyê ya bajarê Hesekê ye, wiha got: "Em wek şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destwerdanên dewleta Tirk ên li ser herêmên xwe red dikin. Dewleta Tirk ji destpêkê de çavnebariya xwe heye da ku zêdetir herêm û bajaran dagir bike."

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/27/101330_-.jpg

Fatma Elî diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji hemû gefan ew e ku hemû herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bixe bin serweriya xwe da ku demografiya herêmê biguherîne wekî ku çawa li Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî kir û niştecihên resen koçber bûn.

Fatma Elî destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk ew e ku projeya netewa demokratîk têk bibe û got divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li hember gefên dewleta Tirk bisekinin.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/27/101341_-.jpg

Welatiya bi navê Sebah Mihemed ji taxa Miftî ya bajarê Hesekê ye û wiha axivî: "Dewleta Tirk gelek bajarên Sûriyê dagir kirine, niştecihên wê koçber kirine. Me bi hezeran şehîdan dan da ku bi azadî û bi rûmet bijîn. Dewleta Tirk naxwaze şêniyên herêmê bi aştî bijîn."

Sebah Mihmed pişterast kir ku hemû sûcên dewleta Tirk li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û li dijî niştecihên wê li pêşiya çavên tevahî cîhanê têne kirin, li beramberî vê yekê jî hemû dewletên mezin wekî Amerîka û Rûsya ya garantor, bê deng in.

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2021/01/27/101400_-.jpg

Yûnis Hemê jî ji taxa Til Hecer e û wiha got: "Em gefên dewleta Tirk li ser herêmên me şermezar dikin. hemû pirsgirêkên li herêmê ji ber dewleta Tirk e û ev yek ne tiştkî nû ye. Dewleta Tirk dixwaze serdema Osmanî vejîne."

Yûnis Hemê bang li hêzên cîhanî kir ku destwerdanê bikin, sînor ji kiryarên dewleta Tirk û çeteyên wê re li ser xaka Kurdistanê deynin. Her wiha bang li partiyên kurdî kir ku di van demên zehmet de yekitiya xwe ava bikin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din