Şêniyên Hesekê çawa aloziya avê derbas kir û çareseriyên rêveberiyê çi ne?

Şêniyên Hesekê bi desteka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê aloziya qutbûna avê ku dewleta Tirk a dagirker sedema wê bû, derbas kir. Rêveberî jî ji bo dîtina alternatîfan ji bo rewşên bi vê rengî, di nava hewldanê de ye.

Artêşa Tirk a dagirker ji 25`ê Sibatê ve av ji stasyona Elûk (10 km li rojhilatê navçeya Serêkaniyê) ya girêdayî kantona Hesekê, qut kir. Ji ber wê yekê zêdetirî 700 hezar welatiyên Sûriyê bê av man û aloziyeke mezin ku 11 rojan dewam bike, derxist. Piştî destwerdana Rûsyayê û zexta li dewleta Tirk, alozî bi dawî bû.

Stasyona Elûk a avê çavkaniya sereke ye ku avê dide bajarê Hesekê û navçeyên wê yên başûr. Stasyon 30 bîrên ku di sala 2013`an ketine xizmetê, bi kar tîne.

Hevseroka Gerînendetiya Avê ya Kantona Hesekê Sozdar Ehmed ji ajansa me ANHA`yê re sedemên qutbûna avê diyar kirin û wiha got: "Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên yên bi navê Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê piştî ku hemû xebatkar derxistin û stasyon sekinand, ava vexwarinê li ser bajarê Hesekê qut kir."

Ji serçeteyên Artêşa Niştîmanî ya Sûriyê di 25`ê Sibata borî de ji rojnameya Zeman re diyar kir ku wan û artêşa Tirk a dagirker herikîna ava vexwarinê ji stasyona Elûk ber bi bajarê Hesekê û hin bajarên din, qut kir. 

Qutkirina avê ji stasyona Elûk şêniyên bajar û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê neçar kirin ku li çavkaniyên din ên ava vexwarinê bigerin. QSD`ê wek çareseriyeke demkî bi sehrîcan (tanker) av li şêniyan belav kir û bîrên din ên bajêr ketin xizmetê.

ŞAREDARIYÊ AV BÊ PERE LI ŞÊNIYAN BELAV KIR

Welatiyê bi navê Ehmed El-Beriz ji koçberên Serêkaniyê ye û niha li taxa Kelasê ya bajarê Hesekê dijî. Emed der barê peydakirina avê di dema qutbûna avê, wiha got: "Dema ku av hatibû qutkirin, heta ku rewşa vegeriya weke berê, şaredariyan av bê pere li şêniyan belav dikir."

Mehmûd Hinatî jî ji şêniyên taxa El-Ezîziyê ya bajarê Hesekê ye destnîşan kir ku şaredarî û saziyên Rêveberiya Xweser bi rêya belavkirina avê bê pere pêwîstiya şêniyan heta rêjeyekê bi cih anî û wiha anî ziman: "Em wateyê didin kedên mezin ên ji bo peydakirina vê madeya sereke hatine dayîn."

Rêveberiya Xweser ji 25 Sibatê ve av ji şêniyên re peyda kir û bi sehrîcan av ji deverên wekî Til Berak, Til Hemîs û Hima dianîn û dida şêniyan.

Têkildarî mekanîzmeya belavkirina avê hevserokê Komîteya Şaredariyan û Parastina Jîngehê ya kantona Hesekê Abdulxefûr Oso axivî û da zanîn ku piştî stasyona Elûk ji xizmetê derket, bi rêya avakirina komîteyên rewşên awarte û peydakirina sehrîcan ji bo belavkirina ava vexwarinê, yekser ketin tevgerê.

Oso destnîşan kir ku şaredariyên bajêr bi rêya komînan û serhrîcên ku Gerînendetiya Avê,  QSD`ê, Rêveberiya Xweser a Kantona Kobanê û Meclisa Sivîl a Reqayê pêşkêş kirine, avê bê pere li şêniyan belav dikin. Abdulxefûr got rojane her sehrîcek  8 metrekabik avê belav dikin.

PROJEYÊN ÇARESERKIRINA DEMKÎ YA PIRSGIRÊKA AVÊ

Bi berdewama êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên bi nave Artêşa Nîştîmanî li dijî stasyona Elûk û da ku rewşên bi vê rengî dubare nebin û çareseriyeke demkî ji pirsgirêkê re bê dîtin, hevserokê Komîteya Şaredariyan û Hawîrdorê ya kantona Hesekê Abdullxefûr Oso bi lêv kir ku da ku Rêveberiya Xweser rastî şantajê neyê, projeyên alternatîf dibîne.

Oso diyar kir ku tevî stasyona Elûk dixebite jî, ew li taxên bajêr bîrên avê zêde dikin, her wiha dê torên avê ji çavkaniyên xwezayî yên din ava bikin.

(bx-eh)

ANHA


Mijarên Din