Şêniyên Hesekê cenazeyê Saed Ehmed û yên 5 şehîdên din veşartin

Bi merasîmeke biheybet, bi hezaran şêniyên Hesekê, navçeya Til Temir û gundewarên wê, cenazeyên 5 şehîdên Berxwedana Rûmetê li goristana şehîdan a navçeyê spartin axê.

Bi hezaran şêniyên Hesekê, navçeya Til Temir û gundewarên wê beşdarî veşartina cenazeyên 5 şehîdan li goristana şehîdan a navçeya Til Temir bûn.

Merasîmê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Dûre endamê PYD’ê Hesen Newaf Hac Elî sersaxiya malbatê şehîd kir û wiha got: "Van şehîdan canê xwe di oxira ku bi azadî û rûmet li ser axa xwe bijîn da ku terora Erdogan û çeteyên wê têk bibe."

Newaf wiha lê zêde kir: "Em û bi tevahî pêkhateyên xwe hê jî yekdest in da ku rûmet û xaka xwe li dijî dijminên faşîst biparêzin. Em wek gel her dem aştiyê dixwazin."

Bavê nûçegihan şehîd Saed Ehmed, Mihemed Seîd Şêxmûs jî wiha got: "Ez ne tenê bavê şehîd Saed im, ez bavê tevahî şehîdên Ereb û Kurd im. Van şehîdan xwîna xwe da ku me û xakê biparêzin. Em bi tevahî pêkhateyên xwe mil bi mil dijîn. Ji lew re divê der barê fitneyên di nava pêkhateyan de hişyar bin."

Şêxmûs wiha bi dawî kir: "Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dixwazin demografiya herêmê biguherînin û çeteyan di herêmên me de ku bi hezaran salan lê dijîn, bi cih bikin. Lê belê vîna me xurt e ku parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin."

Navên şehîdên QSD’ê wiha ne: Yûsiv Ferhan(Rojdem), Mihemed Hesen (Debor Hesekê), Elî Esnan (Gelhat Hesekê), Ehmed Bedir (Demhat Hesekê) û nûçegihanê ajansa me ANHA’yê Saed Ehmed.

Di dawiya mersîmê de wesîqetên her pênc şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin. Piştre di nava tilîliyên dayik û silavkirina şehîdan de, cenaze hatin veşartin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din