Şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Tehsîr Delî oxir kir

Bi sedan şêniyên Hesekê cenazeyê şehîd Teysîr Delî şervanê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Goristana Şehîd Dijwar oxir kir.

Şêniyan cenazeyê şehîd Teysîr Delî ji Meclisa Malbatên Şehîdan wergirt û bi karwanekî wesayîtan ber bi Goristana Dijwar a li gundê Dawdiyê ve ketin rê.

Li goristanê merasîm bi deqeyek rêzgirtin li gel toreneke leşkerî ji hêla Hêzên Parastina Jin, Hêzên Sûriya Demokratîk û Hêzên Ewlehiya Hundirîn ve dest pê kir.

Paşê bi navên Meclisa Malbatên Şehîdan Ebdulrezaq Mihemed û Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Holê Ebdulezîz El-Ebdo axivîn û sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta pêkanîna armancên wan da.

Piştre wesîqeya şehadetê hate xwendin û radestî malbatê hate kirin. Di dawiya merasîmê de hevalên şehîd, cenazeyê hevalê xwe di nava tilîliyên dayîkan de û berzkirina dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re hate veşartin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din