​​​​​​​Şêniyên Hesekê: Dem dema yekîtiya netewî ye

Şêniyên bajarê Hesekê bang li partiyên Kurd kirin ku demildest yekîtiya netewî ava bikin û gotin: "Dem dema yekîtiya netewî ye. Em ê maf û azadiyê bi yekîtiyê bidest bixin.”

Di vê pêvajoya hesas a ku Kurd û gelê Rojhilata Navîn têre derbas dibin de, gelê Kurd bi israr daxwaza yekîtiya netewî dike. Siyasetmedar, rewşenbîr, hunermed, hêzên leşkerî hemû qadên civaka Kurd banga yekîtiyê dikin.

Bi destpêka êrişên artêşa Tirk a dagirk û çeteyên "Artêşa Niştimanî ya Sûriyê" yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re Fermandarê QSD‘ê Mazlûm Ebdî ji bo avakirina yekîtiya Kurdî însyatîfek ragihand.

Însyatîf, banga li dijî dagirkeriya Tirk avakirina yekîtiyê dike.

Li ser mijarê şêniyên bajarê Hesekê yê herêma Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nêrînên xwe ji ANHA‘yê re parve kirin.

Şêniyan êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, her wiha başûrê Kurdistanê şermezar kirin û gotin: “Armanca Tirkiyê û çeteyên wê ew e ku nehêlin yekîtiya Kurdan çêbike, dixwaze nasname, çand û hebûna Kurdan tune bike.”

‘KURDAN JI BO BERJEWENDIYÊN ŞEXSÎ NEKIN QURBAN‘

Şêniyê bi navê Ebdulezîz Şêxmûs got: "Hêviya me Kurdan yek e. Hêviya me ew e ku di vê pêvajoya hesas de yekîtiya Kurdan çêbibe. Dewletên desthilatdar, di serî de dewleta Tirk a faşîst hewl dide nasnameya Kurdî tune bike."

Şêxmûs aloziya li Zînî Wertê ku PDK’ê li ser daxwaza dewleta Tirk a dagirker hêzên xwe li herêmê bi cih kirin, şermezar kir û wiha got: “Em bang li hikumeta başûrê Kurdistanê êrişên Tirkiyê yên li ser herêmê red bike û li dijî Tirkiyê bisekine. Her wiha em bang li kesayetên siyasî dikin ku bibin yek. Li ser hesabê berjewendiyên kesayetî û partiyekî gel nekin qurban. Da ku em li hemberî kesên ku hewl didin hebûna Kurdan tune bikin, biserbikevin."

 ‘BI YEKÎTIYÊ DÊ HEMÛ ASTENGÎ DERBAS BIBIN’

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Îbrahîm bal kişand ser girîngiya yekîtiya Kurdan û got: "Gelê Kurd, ji biçûkan heya mezinan yekîtiyê dixwazin. Ji ber bi belavbûn û parçebûna me dijmin dikare bi hêsanî me tune bike. Dijmin rolek mezin di pêkneanîna yekîtiya Kurdî de dilîze. Dewleta Tirk ji zûde hewl dide bi hemû rêbazan gelê Kurd tune bike. Lê eger yekîtiya Kurdî pêk were em ê karibin kelemên di rêya azadî û bidestxistina mafên xwe de rakin."

Şêniyê bi navê Mihemed Ebdulxefûr wiha got: "Em Kurdên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bang li hemû partiyên siyasî dikin ku bi lez yekîtiya Kurdî ava bikin. Ji ber em di pêvajoyeke gelek hesas re derbas dibin, ev dema herî guncaw ya yekîtiya netewî ye."

Ebdulxefûr di dawiyê de wiha got: "Hêz bi yekîtiyê ava dibe û azadî tê bidestxistin.”

ANHA


Mijarên Din

‘Karkirin azadî ye’