Şêniyên Hesekê: Dewleta Tirk dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe

Şêniyên bajarê Hesekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin û gotin: “Divê dewletên Ewropa û rêxistinên mirovî li dijî êrîşên dewleta Tirk ku sivîlan dike armanc, bisekinin. Dewleta Tirk dixwaze ewlehiya herêmê têk bibe.” 

Êrîşên dewleta Tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di roja çaremîn de berdewam e û sivîlan dike armanc.

Şêniyên bajarê Hesekê bi meşekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar kirin, di vê derbarê de ajansa me nêrînên çend xwepêşandêran girtin.

Xedîcê Şakir ku ji bajarê Hesekê ye wiha got: “Berxwedan bi saya lehengên di çeperên şer de berdewam e û divê hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dijmin bisekinin.”

Edîbê Hesen jî nêrînên xwe anî ziman û got: “Em êrîşên Tirkiyê yên li ser herêmên arman şermezar dikin û bang li dewletên Ewropa dikin ku yekser destwerdana êrîşên ku sivîlan dike armanc bike. Em wekî gelê Kurd, Ereb, Sûryan û hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hev re dijîn, lehengên me di çeperên şer de mil bi mil şer dikin û ti rojan  ji Sûriyê paçe nebûn.”

Edîbê di dawiya axaftina xwe de got, dewleta Tirk hewl dide armamî û ewlehiya herêmê tê bibe û serdema Osmaniyan vegerîne û wiha pê de çû:"Dewleta faşîst hewldana vegera serdema Osmanî ya beriya 400 salan dike, da ku herêmê dagir bike û em jî wekî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em ê parastina xaka bikin û ji malên xwe dernekevin, morale lehengên me di çeperên şer de bilind e û baweriya me bi wan zêde ye.”

Mihemd Ehmed jî axivî û got: “Sûcdariya Erdogan li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tîne, mirovahî napejirîne û bi hemû pêkhateyên xwe ve, li dijî dijminê hov disekine.”

Di dawiya axaftina xwe de Mihemd wiha anî ziman: "Tirkiyê ne tenê Kurdan, hemû pêkhateyan dike armanc.”

(eh)


Mijarên Din